Dema ragihandina dewleta Kurdî di serokatiya Barzanî de ye
Li cîhanê di navbera bilindtirîn siyasetvan û rojnamevan û şirovekaran de dengek bilind dibe û dibêje, kurd dibin dewlet û roj bi roj dewleta kurdî nêzîk dibe, ji ber ku kurd xwedî rêberekî mezin in, ku amadekarî bo pêvajoyeke mezin kiriye û Amerîka û civaka navdewletî jî piştgîriya wê pêngavê dike.Niha dem di berjewendiya kurdan re derbas dibe, ji ber ku kartên deplomsî yên kurdan li Rojhilata navîn bihêz in û pêgeha Pêşmerge û cihê wan di hevpeymaniya navdewletî ligel Amerîka û welatên mezin ên cihanê, roj bi roj bihêztir dibe û saetan kurdan zengila serxwebûnê lê dide, ku ew yek bo dîplomasiya serkirdatiya siyasî ya xwedî pêgeheke navdewletî vedigere, ku yek demê de 2 erkên dijwar li ser milê wî ye, yek ji wan dosyeya şerê li dijî terorê û doseya duyem jî dewleta kurdî kurdî ye li ser asta cîhanê, ew jî bi rêberiya Serok Barzanî. Dema Dewleta kurdî ye. Ev ne navnîşana rojnameyên navxweyî û kurdî ye, lê belê gotina rojhilatnas ne, gotinek e ku li ser maseya welatên mezin bûye wek defakto û rê jê re hatiye vekirin.Ewropî û amerîkî û hemû cîhan ji xwe re naskirine ku eger kurd serkirdatiya şerê li dijî terorê bike, êdî pêgeha terorê li hemû cîhanê ber bi nemanê ve diçe, bi taybetî ku Serok Barzanî wek fermandarê yekem ê ser erdê ye di şerê li dijî DAIŞê de û serkeftinekî mezin bi dest aniye, niha kurd ji her demê zêdetir nêzîkî dewleta kurdî ne, yekem ji ber ku pêwendiyên diplomatic ên Serok Barzanî bûne sedem ku civaka navdewletî kar bo dewleta kurdî bike, duyem jî ji ber ku Serok Barzanî bi xwe li ser erdê rêberiya şerê li dijî DAIŞê dike û serkeftinên mezin bo gelê kurd bi dest tine, ku ji hemû cîhanê re eşkere bûye ku nêta kurd û Kurdistanê ew e ku terorê ji binî de bibirin. Ev siyaseta serkeftî bûye sedem ku welatên cîhanê lezê bikin bo avakirina wê dewletê, ji ber ku ji welatên cîhanê re diyar bûye ku eger dewleta kurdî were çêkirin dê pêgeha terorê li hemû cîhanê lawaz bibe, ji ber ku kurdan estûreya DAIŞê şikandin.Rojnameya Washington Post di raporeke xwe de nivîsandiye, li ser destê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dewleta kurdî tê ragihandin, û mînakekê bo gotina Serok Barzanî tine ku wî di serdana xwe ya dawî bo Amerîkayê de gotibû, dewleta kurdî bi rê de ye.Di dema ku Serok Barzanî wek serokê Herêma Kurdistanê dest bi kar kiriye, civaka navdewletî rojane di siyaseta xwe ya derve de zêdetir hewlên xwe zêdetir kir bi aliyê piştgiriya dewletekê bi nave Kurdistan, ku ev jî ji ber pêgeha navdewletî ya Serok Barzanî bû.Malpera îngilzî Medlest di raporeke xwe nivîsandiye, êdî dema kurdan e, ku amaje bi dîrok û çanda kurdan dike, ku axa wan Kurdistan e û hejmara wan zêdetirî 40 milyon kurd e û mezintirîn gelê bêdewlet e, herwiha behsa wê zilm û zordariya ku bi dirêjahiya dîrokê hatiye serê kurdan, dike. Ew rojname dibêje dewletakurdî nêzîk dibe.Li ser asta welatên mezin ên cîhanê mîna Amerîka ku berbijêrên wê bo kursiyê serokatiya wî welatî rojane dibêjin, kurd hêjayî dewleteke serbixwe ne, ji ber ku pêwendiyên kurdan bi welatên cîhanê re pir baş in.Berbijêrê Komariyan bo kursiyê serokatiya Amerîka Dr. Rênd Pal di hevdîtinekê de ligel malpera KDP.info re ragihand ku, eger ew bibe serokê Amerîka dê piştgiriya dewleta kurdî bike. Ji wê gotinê diyar dibe ku gelê Amerîka hêviya avakirina dewleta kurdî dikin. Dr. Rênd Pal wiha got: “Min daxwaz kiriye ku welatê me rasterast çekan ji Hêzên Pêşmerge re bişîne. Ezê piştgiriya wî gelî bikim heta bibe dewlet.”Dr. Rênd Pal derbarê Hêzên Pêşmerge wiha domand: “Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê baştirîn şervan in, lewma pêwîst nake Amerîka li dijî DAIŞê hêza xwe ya bejayî bişîne deberê, lê belê pêwîst e Amerîka bi awayekî rasterast çekan ji Hêzên Pêşmerge re bişîne. Karekî şaş e eger çek bi rêya şîeyan bigihên destê Pêşmerge. Ya baş ew e ku çekên artêşa me ji Afganistan bo Hêzên Pêşmerge bên şandin.”Li ser asta siyaseta derve ya Amerîka jî dewleta Kurdistanê tê xêzkirin, her wek ew rojnameya Amerkî eşkere dike ku 2 pilanên setratejîk yên siyaseta derve ya Amerîkayê hene, ya yekemîn kurd sînorê dewleta xwe xêz dike û ya duyem jî kar bo xweşkirina rê bo ragihandina dewleta kurdî dike.Rojnameya Washington Taims jî nivîsandiye ku, Barzanî ji aliyê xelkê ve hatiye hilbijartin û Hêzên Pêşmerge rêz û hurmeteke mezin jê re digirin, herwiha civaka navdewletî jî rêzek mezin lê digire, ew jî ji ber wan siyasetên mirovî û dîlomatîk.. Ev nivîsandin piştgiriya Amerîka ye bi awayekî eşker bo Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê û dibêje dewleta kurdî bi rê de ye.Mayîkil Naytis, lêkolerê siyasî li Amerîka ragihand: “Kurd li welatê me xwedî dostên mezin in û tê çaverêkirin ku sala 2017 Amerîka zêdetir pişta kurdan bigire.”