Nivîsar

Dema Quran hat şewitandin

DEMA QURAN HAT ŞEWITANDIN

GELO TENÊ KURD LI WIRÊ HEBÛN?

Du-sê roj berê yekî Norwecî bêrêziyeke mezin li pêşber Ola Îslamê kiriye û li xwepêşandanekê Qurana Pîroz şewitandiye.

Li wirê bi hezaran kes hebûne. Tenê kurdekî ciwan ji Başûrê Kurdistanê xwe bi gurrkî avêtiye serê û ew terakiriye, Quranê ji şwitandinê rizgar kiriye.

Pirsa sereke ev e:

. Gelo ji milyarek û nîv bisilman, tenê Felah Ehmed Herkî yê Kurd li wirê bûye?

. Ew bisilmanên Tirk, Ereb û Faris ku hertim Kurdan bi ”Dijberiya Îslamê” tawanbar dikin, gelo kes ji wan li wirê nebûn ku Quranê ji şewitandinê rizgar bikirana?

Iro li seranserê Ewrûpayê li dira 30 milyonî bisilman hene.

Bêguman bisilmanên ji piraniya 57 welatên bisilman li wirê hebûne. Lê kesî ji wan deng nekiriye û hemû ziloq bûne û li şewitandina Quranê niherîne. Lê bêvila kesî ji wan neşewitiye û bêpêjn mane. Dîsa neviyekî Siltanê Kurd Silhedîn Eyûbî, wê bêxîretiyê nepejirandiye.

Ha ew bisilmanên Tirk, Ereb û Faris ku li şewitandina Quranê temaşe dikirin, dema ew bikevin nava hêzên DAIŞê û eger Felah Ehmed Herkî yê Kurd têkeve destên wan, wê bi gotina ”Ellahû Ekber”ê serê wî jêbikin.

Divê ez vê yekê jî bêjim: Sal 2011, dema ew herdu balaxaneyên Emeriki ku bi balafirên rêwiyan anîn xwarê, bisilmanên li welatên Ewrûpayê Quranên di malên xwe de diavêtin qutiyên çopê. Kurd jî diçûn wan Quranan ji çopê derdixistin û dibirin malên xwe diparastin. Ciranekî min 6 Quranên ku ji çopê derxistibûn, nişanên min dane.

Êdî divê hemû bisilmanên li dinyayê xasma yên Tirk, Ereb û Faris li xwe û navê xwe bisêwirin û êdî dest ji wehşeta xwe ya ku li Kurdan dikin berdin. Yanena, îro Ehmed herkî heye, lê dibe ku sibehê tunebe.

Zeynelabidîn Zinar

Stockholm / Çiyayê Reş 25/ 11/ 2019

Back to top button