Cîhan

Dema pêwîst be Amerîka dikare Îranê bombebaran bike

Ji berî niha serfermandarê Hêzên Çekdar yê Amerîka Michael Mullen di daxuyaniyek ya xwe de ragihand bû ku eger ew erîşek leşkerî bibin ser Îranê dê encamên ne baş peyda bibin. Lê piştre Serfermandarê Hezên Nawendî (Centcom) yê Amerîka general David Petraeus di daxuyanuyekî de ragihand ku, ew ji bo nehêlin Îran çekên atomî çêbikin li ser hemî awayên tedbîran difikirin û dikarin  tasîsên otomî yên Îranê bombebaran jî bikin. Herweha serfermandarê hêzên Amerîkî yê Afganîstan û Iraqê Petraeus, da xuyakirin ku, eger Serfermandariya Hezên Nawendî (Centcom) yê Amerîka piralî nefikire û hamî cureyên tedbîran neke di rojeva xwe de, dê ev kêmasiyek be.

Li ser pirsekî David Petraeus, got : Amerîka dikare hemî awayî tesisên Îranê yên atomî bombebaran bike, ev mecal heye. Herweha David Petraeus da xuyakirin ku, hejî rêyên diplomasiyê hene û dayîn û standin berdewame hêviya me ewe ku em negihin qonqxa xeter.

 

Back to top button