Polîtîk

DEM bê biryare..!

DEM heta wek vê gavê stratejiya xwe ya hilbijartina û kifşkiina berbijêrên xwe li bajarên mezin taybetî li Stanbolê nedaya kifşkirin. DEM Parti û CHP ji bo Stanbolê di nava bazariyekî de ne. Lê herdu alîjî îdia dikin ku dê encama bazariya xwe ji raya giştî re eşkere bikin. Çêkirina protokolekî şefaf di navbera CHPê û DEMê de, ji bo herdu partiyan jî rîskî mezin e. Di mercên ku Tirkiye têre derbas dibe, rastiya heyî nayê veşartin. Ji aliyekî çekdarên PKKê û artêşa Tirkiye di nava şerekî de be, her hevkariya partiyek a Tirkiye li gel DEMê bike rîske.

Herî dawî hat îdia kirin ku, hevjîna Selahattin Demirtaş dê bibe berbijêrê DEMÊ yê Stanbolê. Başak Demirtaş jî di vê derbarê de li ser hesabê xwe yê medya Civakî daxûyaniyek da û got: Eger partiya min vê erkê bidê min û gelê me bixwaze ez ji bo berbijêriyê amademe.

Lê di rastiya xwe de, DEM van gava tavê je ku li gora xwe çavê CHPê ditirsîne. Lê bila bi zanîn eger DEM berbijêrekî li Stanbolê derêxe, ev yek wek li hevhatinekî di navbera DEM û AK Partiyê de tê nirxandin. Na ji xwe eger DEM û CHP li hevbikin û DEM li Stanbolê berbijêrekî destnîşan neke, AK Partî vê yekê gelek bi zanebûn dike malzemeyekî ya propagandeya hilbijartina.

Ji xwe di nava bingehê DEMê de nerazîbûnek mezin heye ku, partî berbijêra dixapîne û dibêjin ku tu bihayê hilbijartinên destpêkê ji bo destnîşankirina berbijêra tuneye.

Wek din dixweyê vê carê dengderên DEMê, wek berê denga nadin Ekrem Îmamoglu. Niha tişta di nava dengderên DEMê de derdikeve pêş, ewe ku DEM berbijêre xwe destnîşan bike û bi xwe bikeve hilbijartina.

Back to top button