Polîtîk

Delegasyona Partiya Çep ya Swêdê diçe Kurdistanê

Delegasyona Partiya Çep ya Swêdê (V) bi taybetî ji bo rewşa zarokên Kurda di zindanan de, di rojên 28/ 6 – 2/ 7 de diçe bakurê Kurdistanê. Di serdanê de, heyet dê bi Şaredarê SUR ê Evdile Demirbaş, şaredarê Amedê Osman Baydemir û awuqat Kezban Yilmaz ku ji bo azadiya zarokên zindanan dixebite û hejmarek rêvebirên herêmê û mafê mirovan bibînin. Her wisa rojnemaya Azadiya Welat ku bi rêvebirên xwe di bin tehdîta dewletê de, dê bê ziyaret kirin. Di gerê de, Dêra Mor Gabriela Midyadê, şaredariya Nisêbînê û Girêmîra jî heye. 

Delegayona Partiya Çep, di dema serdanê de, dê xelata CHAK ê ya mafê mirovan bide keça Kurd Berîvan Sayaca (15) ku di zindana Amed ê de ye. Biryara xelatê ji navenda Kurdocide Watch-CHAK ê hatibû diyarkirin, û ji delegasyona partiya çep hatibû ricakirin, ku xelatê bighêjînin destê Berîvan Saracayê.

Me xwe gihand berendama Parlamentoya Swêdê Hediye Guzel, û wê li ser serdana Kurdistanê zaniyarî da me.

– Li ser navê kesên di delegasyonê de, dikarî hinekî zaniyarî bide me?
Hediye Guzel: Belê kesên di delegasyonê de cî digirin, ev in:
Jacob Johnson, Parlementer, Hediye Güzel, Berendama parlamentoya Swêdê, Leyla Celik, Siyasetvana şaredariya Borlänge, Yekbun Alp, Siyasetvan , Haydar Diljen, Siyasetvan.

– Delegasyona we dê bi giranî li ser çi pirsgirêkan kur bibe?
H. Guzel: Em li ser programek bi derûber xebitîn û giraniya gera me dê li ser zarolên girtî di hepsa de be. Lê dewletê heta nuha jî îcazeya serdana zindanan nedaye me û xebata me ji bo girtina îcazeyê berdewam e. Em ê dêûbavê zarokan û  ewqûqatên wan bibînin. Her wisa em ê bi niwênerên partiya BDP ê, organîzasayonên jinan  û çalakvanên mafê mirovan jî rûnin û hevdîtinan pêk bihênin. Di gera me de serdana Dêra Mor Gabrîel jî heye, ku milkê wê xesp kiribûn û dest danîbûn ser. Ji xwe li ser pirsê em ê weke partî hewil bidin ku, di meha 9 an de çend çalakiyan, weke konferans û hwd li ser pirsa talankirinê û rewşa Asurî Suryaniyan bikin.

Hêviya me ew e ku, bi partiya bira BDP re hevdîtinên ji bo herdu aliyan bisûd pêk bihênin. Her wisa li ser mafê mirovan li herêmê bibin xwedî zaniyariyek berfireh. Em ê li Amed û Mêrdînê bi xelkê re biaxifin. Em zanin ku 4 roj kêm in, lê dîsa jî em ê wêneyekî li ser rewşa giştî bidest bixînin. Her wisa em dixwazin sînyalan bighêjînin rêvebirên dewletê ku, pirsa Kurd û ya eqaleyitan ji bo me Partiya Çep (V) giring e û em ê van pirsan ji aliyê navnetewî bihênin rojevê.

Ez bi xwe ji gerê bi hêvî me, li  benda wê bûm û dê ji me pir bi fêde be. Ji ber ku cara pêşî di dema xortaniya xwe de çubûm herêmê, lê îro bi şêweyekî din li pirsê temaşe dikim. Giraniya şexsê min, bi taybetî li ser pirsa Kurd û hevkariya navnetewî dê herdem xurtir bibe, ez ê li ser pirsê giraniyê deynim. Helwest û hewildanên min bi serdanên wisa dê berfirehtir û girantir bibe.

Kurdocide Watch-CHAK
CHAK-Navenda Dokumentasyonê&EuroKurd News

Back to top button