Dê Ocalan çi bêje..?

Îro dibe salek ku, bi navê “Tirkiyeya Bê Teroro” pêvajoyek destpêkiriye. Bila ne PKK û girêdanên PKKê û ne jî hinek kurd ku bi awayekî çarenûsa xwe PKKÊ ve girêdayin xwe nexapînin. Eve 40 salin hun miletê Kurd dixapînin, Ocalan gelek vekirî dema bersiva Bahçelî dayî, li gora akilê xwe pirsa kurd windakiriye û bi tu awayî behsê nake.
Ew niha ketine di vava gotgotikên vale û bê wate de, behsa “Entegrasyona Demokratik” “Tirkiyeya Demokratik” dikin tiştek bi awayê ew dibêjin tuneye.
Wek gelek cara hatî gotin, Ocalan û PKK bû şapeyek ku kurda hemûyê li ber xwe bibe û Kurdeyatiyê ji holê rake. Herdestkeftina Kurdan wek tehdîtek li ser dewletên herêmê bi nav kir. Lê gerek kurd dia bikin ku, heyina başûrê Kurdistanê li himber vê şapa ku PKKê destpêkirî sekinî û rê neda ku, kurd ji navherin. Ya herî girîn li hinek beşên Kurdistanê Kurd ji komkujiyekî xilas kirin û hinek cihan jî bûn sedemek bingehîn ku, kurd şer nekin û bi rêya diyalogê doza mafên xwe yên rewa bikin. Li vê derê leyiztika PKKê Ocalan hate xirakirin.
Roja roj de PKK bûye bela serê miletê Kurd. PKK ne partiyek yan jî rêxistinek Kurd de. Carê hinek kurd bi hezaran xeletiya dikin,bi hezaran gavên xirab tavêjin, zererek mezin didin Tevgera Azadixwaz a Kurdistanê. Lê kanaetek mirov re çêdibe ku”Ev kurdên , dê her rojekî rastiya xwe bibînin û werin ser rêya rast” ev gelek dîtinek optîmist e. Li problem ewe ku PKK ne kurd e. Rayadarên PKKê ne kurdin.
Niha herkesek hêviyêye ku ka gelo dê Ocalan sersala “Pêvajoya Tirkiyeya bê teror” de çi peyamê bide. Peyamji xweji aliyê xwedî xwe ve hatiye amadekirin. Ocalan di xêra Kurdan de tiştekî nabêje, ji ber ku tu cara baweriya wîli doza Kurd û Kurdistanê nehatiye.
Ocalan ya gotî ji berî salekî gotiye… Zêdetir xapandinek vekirî ye..


