Polîtîk

Dê li Hewlêrê bicivin

Felha Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Hewlêrê ku, bi zaravayê soranî ji Hewlêrê başûrê Kurdistanê weşana xwe dike, eşker ekin ku, di demek nêzîk de serokwezîrê Îraqa federal dê serdana Hewlêrê bike û dê digel serokê Kurdistanê bicive.

Mistefa di hevpeyvîna xwe de dibêje ku, herêma Kurdistanê lêdixebite daku piroblemên navbera Hewlêr û Bexdayê bi yekcarî çareser bibin û bidawî bên û di vê çarçoveyê de dê di demek nêzîk de Nurî Malikî serokwezîrê Îraqa federal serdana hewlêrê bike û digel Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê bicive.

Weke tê zanîn şandeyeke herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê roja 29 meha çûyî serdana Bexdayê kiribû û digel serokwezîr, serokê parlamnetoyê û alitên din yên Îraqê re hevdîtin pêkanî bû.

Back to top button