Nivîsar

Dê ev parî di qirika Erdogan de bimîne

Tirkiye û Erdoagan bi vê operasyona rojhilatê Firatê çi dike û armanca wan çiye gelek tê gotubêj kirin. Di rastiya xwe de her çikas Amerika rê dabe vê operasyonê , Rusya û Îran pişgiriya Erdogan bikin jî rewşa Erdogan û Tirkiye bi vî opersyonê ber bi rewşek metirsiyar ve diçe.

Erdogan bi vê operasyonê xumarê dileyze. Mimkine destpêk wek serkeftinekî bixweyê, lê dirîjahiya pêvajoyê de Tirkiye û Erdogan winda dike.

Yanî bi awayek din Erdogan barek ku nikaribe hilgire da ser mile xwe û dê di bin vî barî de bikeve.

Amerika dê li himber Tirkiye sizayên ekonomik bike rojevê de, welatên Yekitiya Ewropayê li dijê siyaseta Tirkiye di nava tevgerekî de ne. Konseya ewlehiya NY li ser daxwaziya Fransa û Britanya dicive. Ihtimalek mezin li dijê Tirkiye biryarek derdive. Bi vê biryarê Tirkiye di qada navdewletî de tê mehkum kirin û ev yek raste raste bandorê li ekonomiya Tirkiye dike.

Lotka welatên Erebî dicivê. Dê ew jî Tirkiye ji bo vê gava avêtî şermezar bikin. Yanî bi kurtahî Erdogan pariyek mezin kir devê xwe de û niha dicû, lê gelek zehmete ku dakurtîne.

Nûçe/Analiz

Back to top button