Tirkiye ji sînorê xwe derkeve ez dê aboriya wê wêran bikim

Serokê Amerîkayê Donald Trump, bo cara sêyem êrişeke tund li Serokomarê Tirkiyê dike û dibêje, “Eger Erdogan di wê operasyona ku li bakurê Sûriyê encam dide, sînorê xwe derbas bike sizayên xeraptir bi ser de disepînim.” Trump herwiha got, “Eger Tirkiye nifûsa Kurdan jinav bibe ez jî dê aboriya Trkiyê wêran bikim.”

Donald Trump konferanseke rojnamevaniyê li Koşka Spî saz kir û gotarek pêşkêş kir. Trump got ku Tirkiyê bi milyonan koçber li xwe girtine û divê wan koçberan veegrînin bo Sûriyê.

Trump herwiha ragihand ku 4 caran daxwaz ji welatên Ewropayê kir ku çekdarên DAIŞê werbigirin lê ti kes guh bi daxwaza Amerîkayê nedaye.

Serokê Amerîkayê herwiha hişyariya xwe li hember Tirkiyê dupat kir û ragihand, “Eger bi şêweyekî nedadperwerane encam biden di warê aborî de dê baca wê bidin.”

Li ser pirseke, ‘Hûn nîgeranin deerbarê tunekirina Kurdan ji aliyê Tirkiyê ve?’ Trump got, “Eger ev yek çêbibe ez jî dê aboriya Tirkiyê wêran bikim.”

Tirkiyê roja 9ê Cotmehê piştî nîvro êrîşa bo ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan destpêkirina êrîşa bo ser Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Di destpêkê de balafirên Tirkiyê çend cih li Serê Kaniyê û Girê Spî bombebaran kirin.

Herwiha topxaneyên artêşa Tirkiyê çend cih li Dêrikê û rojhilatê Qamişloyê topbaran kirin.

Herwiha peyamnêra Rûdawê aşkere kir ku di encama  êrişên artêşa Tirkiyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê de heta niha 9 kesan canê xwe ji dest dane û 8 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku wan êrişa bejayî dane destpêkirin. Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, artêşa wî welatî li gel çekdarên opozîsyona Sûriyê, bo ser Rojavayê Kurdistanê êrişa bejayî dane destpêkirin.

Peyamnêrê Rûdawê li ser sînor ragihand ku leşkerên Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê, li herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê ketine nav sînorê Rojavayê Kurdistanê.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: