Polîtîk

Tirkiye nikare vî şerî berdewam bike

Şerê Tirkiyeyê ya dijî rojhilatê Firatê nerazîbûneke berfireh bi xwe re anî û hejmarek zêde welat daxwaza rawestandina şerî dikin.

Di vê çarçoveyê de 28 welatên Yekîtiya Ewropayê bi daxuyaniyeke hevbeş banga rawestandina şerî li Tirkiyeyê dikin.

Neteweyên Yekgirtî jî li ser daxwaza welatên wekî Almanya, Fransa, Brîtanya, Belçîka û Polonya îro bi awayek lezgîn kom dibe.

Wezareta Berevaniya Fransayê dibêje şere Tirkiyeyê ji bo ewlekariya kurdan xetere ye û dive raweste.

Wezareta Derve ya Almanyayê Tirkiyeyê şermezar dike û hişyarî dide: Şerê Tirikiyeyê navçeyê aloz dike û dive rê û rêbazên aşitiyane were bikaranîn.

Welatên wekî Fînlandiya û Hollandayê jî Tirkiyeyê şermezar dikin. Serokwezîrê Fînlandiyayê Antti Rinne firotina çekan bo Tirkiyeyê qedexe dike, Wezareta Derve ya Hollandayê jî dibêje ewê şere Tirkiyeyê bibin rojeva NATOyê û dive Tirkiye ji vê rêyê vegere.

Wezareta Derve ya Swîsreyê dixwaze Tirkiye dest ji şerî berde û bang li Neteweyên Yekgirtî dike ko di zûtirîn dem de pêvajoyek aşitiyê li rojhilatê Firatê destpê bike.

Misir, Arabîstana Suudî,Urdin, Lûbnan, Îmarat, Kuwêt û Bahreyn bi zimanekî tûnd Tirkiyeyê şermezar dikin û dixwazin Tirkiye şerê xwe di zûtirîn dem de rawstîne. Herwiha Misir dixwaze Yekîtiya Ereban bi awayek lezgîn kom bibe.

Ne tenê welatên li rojhilata navîn û Ewropayê, li Amerîkayê jî mirov dikare bibêje ji xeynî Donald Trump hemû kes nerazî ne û dixwazin Tirkiye dest ji vê riya metirsîdar û nerewa berde.

Komarî û Demokratên ko kêm caran wekî hev difikirin, ji bo kurdan bûn yekdeng. Ji bo şere dijî rojhilatê Firatê rawestênin projeyasayek amade kirin û dixwazin Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, cigîr û 5 wezîrên wî ceza bikin. Senatorê Komarî Lindsey Graham dibêje ewê bibe serkêşê cezakirina Erdoganî û dê Serokomarê Tirkiyeyê bacek giran bide.

Senatorêkî din McCharty jî dibêje HSD hevpeymanê Amerîkayê ye û ew rê nadin Tirkiye şere wan bike.
Ji siyasetmedar Hillary Clînton û Jio Biden heta Rêveberê berê yê CIAyê Michael Morell gelek aliyên siyasî û rêveberî yên Amerîkayê bi dengek bilind nerazîbûn dijî serokê xwe Donald Trump nîşan didin û dibêjin Trump xiyanet li kurdan kiriye û lê divê ew hewl bidin ko Tirkiyeyê rawestînin.

Ji van nerazîbûnan gelek eşkere ye ko cîhan şerê Tirkiyeyê rewa nabîne. Gelo Tirkiye li ser vê gava xwe çend rijd be nediyar e lê ya diyar ew e ko şerê rojhilatê Firatê kurdan û cîhanê nêziktirê hev dike.

Nûçe/Analîz

Back to top button