Polîtîk

Dayîkên Aşityê li parlamentoya Kurdistanê ne

Îro li bajarê Hewlêrê di hola parlamentoya Kurdistanê de, Kemal Kerkûkî serokê parlamentoyê pêşwazî li şandeyeke Dayikên Aştiyê kir.

 
Şandeya Dayikên Aştiyê kêfxweşiya xwe nîşanda ku ji aliyê serokê parlamentoya Kurdistanê ve bi germî hatin pêşwazî kirin û da zanîn ku, Dayîkên Aşityê dengê xwe li hemberî êriş û şer bilind dikin da ew şer bête rawestandin û got ku,   bi riya top û balafiran ti kêşe û pirsgirêk nayên çareserkirin.

Ji aliyê xwe ve serokê parlamentoya Kurdistanê  rola dayikan di dîroka tekoşîna rizgariya gelê Kurd de  gelek bilind nirxand.

Kemal Kerkûkî di berdewamiya axavtina xwe de balkişand ser helwesta herêma Kurdistanê ya li hember êrîşên Îran û Tirkiyeyê bo ser deverên ser sînorên herêma Kurdistanê û got:” Serokatiya herêma Kurdistanê gelek hewl dide da ku êrişên li dijî herêma Kurdistanê bêne rawestandin, ji ber ku kêşe bi riya diyalog û bi aştî çareser dibe ne bi riya şer û şidetê.”

Back to top button