Polîtîk

Barzanî: Min soz daye careka din şerê kurd-kurd dûbare nebe

Li Hewlêr bi amadebûna serokê Kurdistanê, serokê parlementoya Kurdistanê û serokê hukumetê li gel nûnêrên hukumeta herêma Kurdistanê civînek berfireh pêkhat. Di vê civînê de li ser kar û xebata nûnerên hukumeta Kurdistanê hate sekinandin û bernameyên pêşerojê hatin gengeşekirin.
 
 
Serokê  Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û di axavtina xwe ya ji bo nûnerên hukumet a herêma Kurdistanê yên li welatên derve  de, behsa rewşa navxweyî ya Kurdistanê kir û got:
– Niha li herêma Kurdistanê atmosfêreka erênî  heye, piştî ku hindek arîşe hebûn yên wek xwepêşandan û opozisiyon helwêsteka din hebû, belê bi awayekî rast, dirust, hekîmane û bi zanebûn reftar bi wê rewşê re hat kirin. Kurd careka din dan xuyakirin ku, eger arîşe hebe dikare bi awayekî hekîmane jê derbas be.

Herwiha Mesûd Barzanî  ragihand, ku tiştekî asayiye (normal) eger nerînên cuda di navbera partiyan de hebin, çimku hilbijartin hatiye kirin û sîstema pir partî heye û heta astekî baş azadî jî heye û ji ber vê çendê reftarkirin bi vê rewşê re çi ji alîyê desthilatê ve be û çi ji alîyê opozisiyonê ve be, bi aqilane hate kirin. Ji bo vê yekê çend roj ji berî niha me çend biryarek derxistin û dê di demên pêşerojê de encûmena wezîran van biryaran pêkbîne.

– Bila hemû alî dilhêsayî bin ku em nahêlin rewşa herêmê xirab be, Çaksazî li nav dezgehên herêmê dê berdewam be. Em bi ti awayî naxwazin rewşa herêmê têk biçe û hûn dilhêsayî jî bin ku têk naçe.  Em ji parastina azadîyê û demokerasîyê ya vî welatî paş ve venagerin û em dê bergirîyê li dezgehên rewayên welat bikin.

– Bernameya çaksazîyan bernameyeka ciddî ye û em dê wê bi cih bînin. Pêdivê ye em sîstemeka wisa dabinên ku di pêşerojê de tiştên şaş dûbare nebin yan jî ewa ku jê re dibêjin ´gendelî´ dûbare xwe di nav dezgehên herêmê de nebîne.
Di derbara rewşa deverên ser sînorên herêma Kurdistanê jî Mesûd Barzanî behsa çand xalan kir û got:
– Ez dixwazim gelek bi vekirî behsa vê rewşê jî bikim. Em gelek pê nerihetin ku şer û pevçûn di navbera PJAK û hukûmeta Îranê û PKK û hukûmeta Tirkiye de heye. Me gelek hewil  jî kirin da ku hemû alî bigihêjin çaresereka aşitiyane û şer çê nebe û bo wê armancê jî me pêngavên baş avêtin û em gihan encameka baş û dilxweş, belê ji nişka ve rewş hat guhartin.

– Li gor bawerîya me ev pirs bi şer çareser nabe, ne kurd dikare bi şer tiştekî bi dest ve bihîne û ne jî dewletên Îran û Tirkiye dikarin bi şer û firokeyan arîşeyan çareser bikin.

Mesûd Barzanî behsa rojên xebata bizava rizgarîxwaza başûrê Kurdistanê jî kir û got ku ew jî berî 20 salan neçar bûn bi çek bergirîyê ji nasnameya xwe bikin belê di heman demê de daxwaz ji PKK kir û got:
–  Bila îro ew biçin Ankara û di nav parlementoyê de şerê xwe bikin, bi vî awayî bandore xebata wan gelek zêdetire û destkevtên wan gelek zêdetir dibin.

–  Em nerihetin ku xelkê me dibin qurbanîyê vî şerî, şereka nexwastî ku dûr û nêzîk ti peywendî bi herêma Kurdistanê ve nîne. Em ne topbaranan û kuştina xelkê xwe pesend dikin û ne jî ewê yekê pesend dikin ku ti partîyeka Kurdî bi rêya şer daxwaza mafên xwe bike û mafê xwe bi dest ve bîne, çimku dema şer nemaye.

Serok Barzanî behsa wê yekê jî kir ku hindek alî dibêjin helwêsta herêma Kurdistanê niha ne li gor guhartinên deverê û rewşa niha ye. Helwêsta herêmê ya li dijî Tirkiye li gora berê lawaztir e. Di vê derbarê de Barzanî got:
– Belê hingê helwêsta me gelek tundtir bû, ji ber ku helwêsta Tirkiye ya hingê jî gelek dijwar û tund bû.

 Îran û Turkiye dibêjin sînorên xwe biparêzin. Mixabin PKK û PJAK rewşa herêmê berçav nagirin. Di derbara arîşeyên ser sînorê herêma Kurdistanê de serokê  Kurdistanê got:

–  Dema ku em ji Tirkiye û Îranê dipirsin ji ber çi sînorên me bombbaran dikin, ew dibêjin me ti arîşeyek bi herêma Kurdistanê re nîne û em rêzê li qanûnên we digirin, belê em nikarin wê yekê qebûl bikin hindek xelk ji nav xaka herêmê ve bihên û xelkên me bikujin û paşê jî vegerin nav xaka herêma Kurdistanê. Ew herdu dewlet dibêjin yan gerek ew karên wisa nemînin yan jî gerek hêzên herêma Kurdistanê li ser sînor bin yan jî em neçarin bergirîyê ji xwe bikin. Ev gotin û bersiva herdu dewletane. Dema ku ji PKK û PJAK-ê re jî dibêjin rewşa herêma Kurdistanê ber çav bigirin, mixabin ew wisa nakin û guh nadin gotinên me.

– Hinek rastî hene ku divê hun û hemî xelkê Kurdistanê bizanibe.Li vê derê em li hemberî herdu dewletan rastî helwêstekî zehmet dibin. Ew dibêjin fermûn sînorên xwe biparêzin. Girtina sînor û şandina hêz ber bi sînor ve jî renge arîşeyeka mezin dirist bike û bibe egerê dirustbûna şerê kurd bi kurd re. Min jî dema ku serokatîya herêmê qebûl kir min soz da ku,  ez şûnwarên şerê xwekujîyê yan jî birakujîyê nehêlim û careka din şerê kurd bi kurd re dûbare nebe û ez ti hêcetekî bo vê tiştê jî nabînim.

Mesûd Barzanî weha da xûyakirin ku, niha ew Celal Talebanî serokê komara Iraqê mijûlî danûstandinê bi Îran, Tirkiye, PKK û PJAK´ê re ne da ku bigihêjin çareserekê û şer nemîne.
Serokê Kurdistanê behsa egerê serkevtin yan jî neserkevtina wan guftûgoyan jî kir û ragihand ku,  eger ew di karê xwe de serkevtinê bi dest ve bihînin ewê demê xizmeteka mezin di ber xelkê Kurdistanê û xelkên Îranê û Tirkiye de dikin, belê heger jî ew sernekevin ew bi ti awayî nabin pişkek ji vî şerî û şer nakin.

Serokê Kurdistanê di vê derbarê de got:

– Em dê hingê biryara xwe bidin ka dê em çawan herêma Kurdistanê biparêzin yan jî wisa bikin ku herêma Kurdistanê kêmtirîn zirarê bibîne. Ez dîsan dûbare dikim em bi mafê Kurd re ne belê gerek bi awayê aştîyane bihê daxwazkirin.

PNA/Rojevakurd

Back to top button