DosyaRojev

Dayika Şehîdan

Diya 3 şehîdên di rêya serxwebûna Kurdistanê de , Dayika Ayşê çû ser dilovaniya xwe. Bila rehmeta xwedê lê be û cihê Dayika Ayşê biheşt be. Koça dawî ya Dayika Ayşê gelek kes xemgîn kir. Serok Barzanî, serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Kurdistanê û gelek partîyên siyasîbi minasebeta koça dawî ya Dayika Ayşê daxûyanî belav kirin û hestên xwe li himber vê jina Kurd anîn ziman.

Gelek cara li Kurdistanê hinek dayik wek Dayika Kurda yan jî wek Dayika Kurdistanê bi nav kirine. Lê dema zarokên wan dayikan reyek cuda ji bo xwe hilbijartine, heman dayik bi xiyanetê heta bi sîxûriyê hatine tawanbar kirin.

Her dayika ku zaroyek xwe di rêya azadiya welat de winda kirî û şehîd dayî ew dayik ji bo niştimanperwerên kurd mukadesin. Her demî cihê rêzêne.

Dayika Ayşê 3 kurên xwe di şerê li dijê dagirkirina Kurdistanê de şehîd dane.Ev yek bi tu awayî ji bo dayikekî nayê terîf kirin. Li himber şehedeta 3 kuran vê dayîkê serê xwe bilind tir kir ev yek wek şerefekî qebûl kir.
Gerek cihek taybet di dîroka xebata rêya azadiyê de ji bo Dayika Ayşê bê kifşkirin. Pêwiste roja ku Dayika Ayşê koça dawî kirî wek rojek a fedekariya dayikên şehîdan yan jî bi awayekdin bê ragihandin.Pêwiste ku ev yek wek sembolekî bête nasandin.

Dayika Ayşê mînakek gelek taybet e ji bo jin û dayikên Kurda. Dê dayika Şehîdan her li bîra me be .

Back to top button