Civak

Dayika Gabarî: Eger çavên kurê min sax bûya wê derketa ser Mars ê

Nivîskar Tariq Karêzî ku rexnegireke û li warê hunera şêwekariyê de jî kar dike, berî çend salekê gotarek di derbarê jiyana taybetî ya Seîd Gabarî de nivîsibû û li wê gotarê de gelek nihêniyên wî eşkere kiriye.

Yek ji wan ewe ye ku Gabarî kesekî bêsebir û nehedirî buye, her ji zaroktiyê ve kesukarên wî hest bi wê yekê kirine ku ev zarokê wan bi tu awayekê sebir û hedara wî nîne. Karêzî behsa gotineke dayika Gabarî dike ku li ser kurê xwe gotiye: Çavê te nabînin û tu li cihekî ser vê dinyayê hedar nabî, eger çavên te sax bûya tu yê ji vê dinyayê derbiketa û biçûya ser Mars û Merîxê”.

Li beşeke din de Karêzî nivîsiye li destpêka salên heftiyan çendîn car Gabarî tûşî girtin û îşkencedanê buye. Paşê li sala 1975 buye Pêşmerge, her çende ew kor û nebîn buye lê dîsa jî çek hilgirtiye. Karêzî dibêje gelek caran dema hinek kesên ku Pêşmergeyetiyê nekiribûn û dema Gabarî didîtin ji hev re digotin: “Eve kore û çavên wî nabîne, dîsa jî çek hilgirtiye û berevaniyê li niştiman û azadiyê dike, birastî ji bo me şerme”.

Her kanala “El Cezîre” li raporek bi navê “Çîroka min” de behsa jiyana Seîd Gabarî kiriye. Gabarî têda behsa ewe dike ku sala 2011 mala xwe ji bo koçberên Rojavayê Kurdistanê re vekiriye. Rojane dehan malbat dihatin û diçûn û hevkariya wan dikir ku ta cîhek ji bo wan peyda bike.

Seîd Gabarî di derbarê rejîma Sûriyê de li rapora El Cezîre de dibêje: “Min ji bo wê zulm û sîtema ji aliyê rejîma Suriyê ve li serê Kurdan de stranan digot. Min wê demê(ji salên 1970 de) dizaniya ev rejîma Suriye zalim û faşîste. Mixabin piştî 40 salan xelkê me wê rejîma faşîst nas kirin. Min îşkenceyên girtîxaneyên Sûriye dîtiye, bawer bikin dirindetirîn zulm û sîtemê li girtiyan dikirin. Ewan cûdahî li navbera nebîn û çav saxan de nedikir, hemû karê wan ji bo ewe bû ku xelkê bitirsînin û derûniya wan têkbişkînin”.

https://www.facebook.com/safar.jajoki/videos/1905318859603096/
Balkêş e ?
Close
Back to top button