CivakKulturPolîtîk

Daxwaziyê ji herkesî dikin ku faktorê aramiyê bin

Hukumeta Kurdistanê li ser bûyerên li Silêmanî û derdora Silêmaniyê çêbûyîn daxuyaniyek belav kir. Daxûyaniya Hukumeta Kurdistanê:  Di demekê de ku herêma Kurdistanê di rewşeke dijwar de derbas dibe û digel yek ji metirsîdartirîn dijminê mirovatiyê di şerekî giran de ye û çend pirsgirêk û kirîzên dijwar rastî herêma Kurdistanê hatine, mixabin li hindek deverên herêma Kurdistanê ji encamê xwepêşandan û nerazîbûnan şidet û alozî çêdibin û hevwelatî û karmendên hikûmetê tê de dibin qurbanî.Em dilgiranî û nerehetiy xwe li hember bidirûstbûna alozîyan û ketina qurbaniyan radigehînin û daxwazê ji hemû xwepêşnderan, xelk û aliyên siyasî dikin ku bi awayekî aram û medenî digel rewşê û bûyeran tevbigerin û tu alî nebib sedemê zêdetir alozbûna rewşê û bila hemû alî ji bo kontirolkirina rewşa heya hewil bidin.Daxwazê ji hemû hêzên asayîş, polîs û aliyên peywendîdar jî dikin ku ji bona parastina aramî, ser û malê hevwelatiyan û saziyên hikûmî û hizbî bi  hemû hewilên xwe bixebitin. Daxwazê ji timama saziyên ragehanidnê dikin ku bi berpirsane miamilê digel rewşê bikin û fakterê aramkirinê bin.Civata wezîrên herêma Kurdistanê09.10.2015

Back to top button