Dosya

Daxûyaniyên di derbarê Herêma Aram de ne zelalin

Him Tirkiye, him jî Amerîka di derbarê rêkeftina herêma ewle ya li bakurê Suiryeyê de daxuyaniyan didin lê xalên nediyar ên rêkeftinê di van daxûyaniyan de nayên zelalkirin.

Wezareta Beravaniya Tirkiyeyê dibêje ji bo avakirina Navenda Tevgera Hevbeş a li bakurê Suriyeyê, xebatên wan ên digel berpirsên leşkerî yên Amerîkayê destpê kirine. Berdevkekî Pentagonê Sean Robertson jî wekî ko vê daxûyaniyê piştrast bike dide zanîn ko ewê di çarçove rêkeftina herêma ewle de zêdetir leşker rêkin bajarê Rihayê.

Her çend her du alî behsa xebat û amedekariyên xwe yên hevbeş bikin jî ne diyar e ji rêkeftina herêma ewle armancên Tirkiye û Amerîkayê hevebeş in an na?

Lewra armancên hikûmeta Tirkiyeyê eşkere ne û berpirsên Enqereyê dixwazin YPG li ser sînor nemîne û kurdên Suriyeyê statûyek bidest nexin.

Li gor daxûyaniyên Pentagonê jî armanca Amerîkayê rêlibergirtina zindîbûna DAÎŞê û wergirtina bergiriyan ji bo çaresekirina dilgiraniyên Tirkiyeyê ye.

Ji vir zelal e armancên Tirkiye û Amerîkayê hevbeş nînin û jixwe piştî rêkeftinê jî Amerîka li şûna dawî li alîkarîkirina YPGyê bîne, 2 caran karwanên çekan bo YPGyê rêkirin. Ger ji rêkeftina herêma ewle armanc tinekirine YPGyê be, Amerîka bo çi dawî li piştgirîkirina YPGyê naynê û berdewamî karwanên çekan ji bo wê rêdike?

Ya duyem jî nediyar e dê berfirehiya herêma ewle çend kîlomtre be. Lewra di navbera piraniya bajarên rojavayê Kurdistanê û Tirkiyeyê de dûrbûn ji 5 kîlomtreyan jî kêmtir e û zelal niye dê YPG ji bajarên rojavayê Kurdistanê derkeve an dê Tirkiye li dorûbera wan bajaran wekî rêkeftina Menbicê çavderiyên hevbeş bike.

Herçend hikûmta Tirkiyeyê bi rijdî bibêje ew rê nadin ev rêkeftin, wekî nexeşerêya Menbiçê bibe mijûlkirina Tirkiyeyê jî, amajeyên ji navçeyê tên ne li gor daxwazên Tirkiyeyê ne. Lewra piştî rêkeftinê heta niha çi gûhertin li ser pêwendiyên YPG û Amerîkayê nebûye û alîkariyên bo YPGyê berdewam in.

 

Back to top button