Polîtîk

Hêvî dikim ku ev minasebet bibe sedema destkeftiyên mezintir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta 73 saliya damezrandina Partiya Demorkat a Kurdistanê peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî dibêjeku, ez hêvî dikim ev minasebet bibe sedema bidestanîna destkevtên mezintir û  jiyaneke berxtewertir ji gelê me re û aştî, avedanî û aramiya zêdetir ji welatê me re.

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê:  

Bi boneya bîranîna 73 saliya damezrandina Partiya Demorkat a Kurdistanê, partiya Kurdatî û berxwedanê, herwiha salvegera roja ji dayikbûna Serok û Rêberê me Mesûd Barzanî germtirîn pîrozbayî li cenabê Serok, endam, alîgirên PDK, Pêşmergeyên qehreman, malbetên serfiraz ên şehîdan û tevahiya xelkê Kurdistanê dikim.

Hêvî dikim ev bone bibe sedema bidestanîna destkevtên mezintir û jiyaneke berxtewertir bo gelê me û aştî, avedanî û aramiya zêdetir bo welatê me.

 

Back to top button