Daxuyaniyek Taybet
DAXUYANIYEKE TAYBET
ji bo hemû nivîskarên ku bi kurmancî dinivîsin re
Ev demeke dirêj e ku lêkolîneke min li ser berhemên kurmancî didome ka çi qeder berhem (pirtûk, kovar, broşîr û filîm), bi çi naverokê, ji aliyê kê ve hatiye nivîsandin/amadekirin, di kîjan tarîxê de û li kurê çap bûye didome.
Cenabê te jî wek nivîskarekî Kurd, heta niha berhemên ku afirandine, ger li gor vê nimûneya li jêrê bo min bêtin hinartin, şanazîyeke mêjûyî ye. Eger navnîşana internetê jî digel wêneyê bergê berheman werin, sûdmendiyeke zêde çêdibe.
Silav û rêz, her şad û bextewer bin…
Stockholm 14/06/2013
Zeynelabidîn Zinar
[email protected]
_________________________________________________________
MÎNAKA NIVÎSANDINÊ:
1- Nimûne Ji Gencîneya Çanda Qedexekirî, Zeynelabidin Zinar, Kurdî/kurmancî, Antoloji, Sverige/Stockholm, 1991, 377 rûpel, ISBN 91-830062-2-7
AGAGDARÎ:
a) NIVÎSKARÊ PIRTÛKÊ: Zeynelabidîn Zinar, ji Bakûrê Kurdistanê ye, di 1953an de li gundekî herêma Reşkotan ê bi navê Hedhedkê hatiye dinyayê. Weke nivîskar, lêkolîner û berhevkarê Folklora Kurdî dişixule. Bi giranî Kilasîkên Kurdî yên hetanî 1923an ku bi Elîfbêtika Erebî hatibûne nivîsandin, vediguhêze Alfabeya Latênî. Ji 1986 hetanî 2012an, 114 pirtûkên wî hatine weşandin .
b) PIRTÛK: Lêkolînek e ku li ser 69 nivîskar û helbestvanên Kurd ên ku bi koka xwe ji Bakûrê Kurdistanê ne hatiye kirin. Bi tevayî du beş e; yek Beşa Dimilî ye û yek jî ya Kurmancî ye. Beşa Kurmancî jî li ser sê paran pişk bûye:
a) Kesên welatparêz û nijadî.
b) Kesên oldar û olî
c) Helbest û bêjeyên efare.
Pirtûk di 1989an de hatiye çapkirin, di 1998an de li Unîwersîteya Uppsalayê/Swêdê wek materyal ji bo Dersa Edebiyata Kurdî hatiye pejirandin û tevek 375 rûpel e.