Kultur

Swêd: Problema Dalkurd û şaredariya Borlänge

Pirsgirêka di navbera şaredariya Borlängê û Dalkurd de ewqas mezin bûye ku tîma futbolê ya Dalkurd difikire ku bar bike

Em li Borlänge li saheya futbolê ya bi navê Domnarvsvallen in. Serokê klûba Dalkurdê Ramazan Kizil ku bi ”Muxtar” tê naskirin li dora meydanê ciyê xwe yê berê û niha nîşan dide.

Klûba futbolê Dalkurd di 2004ê de li bajarê Borlänge  li Swêdê hate avakirin. Heta ku di 2010ê de ew derbasî lîga Division1 bû wan her sal lîg qezenc kirin û bi vî awayî li Swêdê rekorek şikand.

Lê ji roja ewil ve gilî û gazindên wan ji belediya Borlänge hene. Birêvebiriya Dalkurdê îdia dike ku şaredarî guh nade daxwazên wan û bi çavê mîna ”zarokên jinbavê” li wan dinêre.

Şikayetên berpirsên Dalkurdê ne tenê ji ciyê firaxan û odeyên kincguhertinê hene. Wextê ku mirov li hawîrdora saheya giyayî dinêre tev bi şilt û reklaman xemilandiye. Lê reklamên tu sponsorên Dalkurdê di nav wan de nînin. Reklamên hene gişt yên piştgirên taximê hevrikê wane.

Li ser dîwarekî mezin perdeyeke ku seranser wê dinuximîne hatiye zeliqandin. Ramazan Kizil bi zehmetî perdeyê hebekî dide alî û logoyên Dalkurdê yên ku di bin de veşartî mane nîşan dide.

 

Taximê li Borlänge yê raqîb ango hervikê Dalkurdê, IK Brage ye. Tarîxeke vî taximî ya 90 salî heye û ji bo gelek Borlängiyan ew klûba asayî ya bajêr e. Gelek swêdiyên ku li vî bajarî mezin bûne dilxwaz û alîgirên Brage ne, ku niha di lîga Super Ettan de dilîze, ango lîgekî li pêş Dalkurd e.

Ramazan Kizil dibêje sahe ya şaredariyê ye lê Brage mîna ku sahe bi temamî malê wan be bi kar tîne û karmendên şaredariyê jî li hember vêya bêdeng dimînin.

Em ji saha futbolê berê xwe didine avahiya şaredariya Borlänge. Kesekî ku li vira ji nêzîk ve haya wî ji serêşiyên Dalkurdê heye Kenneth Persson e.

Persson hem endamê birêvebiriya şaredariya Borlänge ye, hem jî serokê sosyaldemokratan yê bajêr e. Heta berya du hefteyan jî ew herwiha endamek ji birêvebiriya klûba Dalkurdê bû.

– Bi min ev rexne heta astekê di ciyê xwe de ne. Brage klûba kevin ya Borlänge ye. Ew saheya Domnarvsvallen wek milkê xwe dibînin. Lê ev nêrîneke şaş e, ji ber ku sahe ya belediyê ye. Ji aliyê din ve Dalkurd mîna mêvanekî nevexwendî tê dîtin”.

Li şaredariyê em berprisê desteya kultur û dema vala Ola Brossberg jî dibînin. Biryarên spor û saheyê bêhtir aydê vê desteyê ne û bi qasî ku ji me re hatiye gotin Brossberg bi xwe alîgirekî xurt yê Brage ye. Lê dîsa jî Brossberg şikayetên Dalkurdê neheq nabîne.

– Belê, dibêje Ola Brossberg, ez birêvebiriya Dalkurd fam dikim. Taximekî din bi salan ew sahe bi kar anîye. Îdiyayên Dalkurdê heta radeyekê dikarin rast bin. Dalkurd bi şêweyekî pir lezgînî pêş ket û dibe ku me nikarîbûye em bi heman suretê şert û daxwazên wan bînin cî. 

Endamên birêvebiriya şaredariyê jî bi awayekî neyekser qebûl dikin ku neheqî li Dalkurd dibe. Lê heta niha tu çare nehatine dîtin û êdî xuyaye ku ew gihane duryanekê. Federasyona Futbola Swêdê şert daniye ber Borlänge ku ew saheya xwe ya futbolê nûjen bike. Muhleta ku dane şaredariyê heta bihara 2014ê ye. Hefteya derbasbûyî belediyê biryar da ku bi 50 mîlyon kron jinûveavakirinê fînanse bike. Lê di danûstandinan de belediyê nikarîbû birêvebiriya Dalkurd razî bike û Dalkurd ji danûstandinan vekişiya. Niha ew li alternatîfa ku bar bikine bajarekî din difikirin. Û ev hewldana Dalkurd li Kenneth Persson ecêb nayê:

– Şaredariyê zêde guhê xwe nedaye daxwazên Dalkurd, lewra ez hêrs û xeyalşikestina wan fam dikim. Di danûstandinan de ew hatine paşguhkirin û belediyê wacibên xwe neaniye cî.

Lê xwediyê van gotinan Kenneth Persson bi xwe yek ji endamên birêvebiriya şaredariyê ye. Îcar gelo ew çiqasî rola xwe lîstiye? Çiqasî hewl daye şaşiyan serrast bike?

– Di civînên bi şaredariyê re min pir bi zelalî behsa van pirsgirêkan kiriye. Lê ez herwiha endamek ji birêvebiriya Dalkurd bûm, Îcar ji bo ku ez wek alîgir neyême dîtin û bikaribim bêhtir bi serbestî destekê bidime Dalkurd min îstifa xwe ji Dalkurd da.

Bi nêrîna Kenneth Persson barkirina Dalkurd ji Borlänge wê ji bo şaredarî û siyasetvanan bê wateya binkeftinê. Serokê desteya kultur û sporê Ola Brossberg jî dibêje klûba Dalkurd jî êdî bûye nîşaneke bajêr û eger ew biryara barkirinê bistînin ew ê ji bo wan nebaş be.

 

– Eger hat û Dalkurd biryareke wiha dîsa jî wergirt ez ê rêzê ji biryarê re bigrim, lê ji bo ku ew li Borlänge bimînin ez ê bixebitim.

 

Amadekar

 

Beşir Kavak

Back to top button