Serokwezîr li devera Amêdiyê

Di sêyemîn roja serdana xwe ya bo wîlayeta Duhokê de, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û şandeya pê re, duhî roja pêncşemiyê, serdana bajarê Amêdiyê kir û li wir digel berpirsên îdariyên bajêr civiya.
Di destpêka civînê de, serokwezîrê Kurdistanê di axaftina xwe de got ku, ew hatine Amêdiyê daku ji nêzîk haydarî rewş, pirsgirêk û mihtaciyên deverê bibin û bikarin bi hev re digel berpirsên îdarî çareseriyên pêwîst bibînin.
Qaymeqamê Amêdiyê li ser rewş û pêdawîstiyên herêmê raporek pêşkeşî civînê kir û got ku, nuha li sînorê Amêdiyê 140 piroje, di warên cihê de, di warê cîbicîkirinê de ne û biryar li ser avakirina nexweşxaneyeke 100 karyolî jî hatiye dan, lê hêşta devera Amêdiyê pêwîstî bi 23 pirojeyên din heye û qaymeqamê Amêdiyê ew piroje yek bi yek destnîşan kirin û daxwaz ji serokwezîr û hikûmeta Kurdistanê kir ku, biryaraê li ser cibicîkirina wan pirojeyan bidin.
Serokwezîrê Kurdistanê piştî guhdariya rapora berpirsên Amêdiyê kirî, got ku, ew piştgiriyê li hemû daxwazên xelkê deverê dikin û got ku, ya di desthilata hikûmetê de be bo xizmetkirina hevwelatiyan dê bike.
Serokwezîrê got ku, civîna bê ya civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê dê li bajarê Duhokê bê encam dan û dê civîn bi tyabetî li ser pirsgirên deverê be.
Derbarey wan zeviyên hevwelatiyên yên ku wezareta samanên xwezayî ya hikûmeta Kurdistanê bo geran û kolana bîrên neftê bikar tîne, serokwezîr got ku, hevahengî digel wezareta samanên xwezayî û kompaniyên di warê neftê de li ser wan zeviyan kar dikin, dê tezmînat ji xwediyên wan zeviyan re bê dan.