Cîhan

Daxuyaniyek ji konsolxaneya Fransayê

 

Serekkonsolosê Fransayê yê li Hewlêrê bi daxuyaniyekê kuştina sê jinên çalakvanên kurd li Parîsê (09.12.2012) bi bûyereke gelek metirsîdar wesif kir û got ku,  wê bûyerê Fransa şok kir.

Serokonsolosê Fransayê yê herêma Kurdistanê, hevxemiya xwe digel wan hemû kes û aliyan yên ku, ji egera wê bûyerê dilgarin bûn, parve dike û tekîdê li ser wê yekê dike ku, hikûmeta Fransayê dê hemû rêyan ji bona dîtina bikujan  û yên li pişt tawana kuştina sê çalakvanên jin yên kurd bûn, bigire ber xwe:

– Nuha ew bûyer li ber destê dadgeha Fransayê ye û  ji bona eşkerekirina rastiyan, lêkolîn û lêpirsînê dest pê kiriye. Desthilta dadweriyê li Fransayê serbixwe ye û li gor pirensîpên demokarasîyê desthilat jihevhatine cuda kirin.

Di çend rojên borî de li pêşiya konsolxaneya Fransayê li Hewlêrê, ji bo şermezarkirina bûyera kuştina sê jinên çalakvanên kurd, gelek xwepêşandan hatine kirin û daxwaz ji hikûmeta Fransayê kirin encamder û bikujên sê jinên kurd eşkere bikin.

 

Back to top button