Polîtîk

Daxuyaniyek ji Ciwanên Kurdistanê

Komeleya Tevgera Ciwanan li Qoserê/Mêrdîn ji bo çahiya Newrozê agahdariyek belav kirin. Ev jî deqê agahdariya Tevgerê ye:

AGAHDARÎ!..

21ê Adarê bi minasebeta pîrozkirina Newrozê emê li Hêşeriyê şahiyekê li darxin.  Weke ciwanên Kurdistanî em vê şahiya xwe di bin siya tu rêxistinên siyasi de li dar naxin.

Kesên ku bixwazin, di bin siya ala rengîn tenê de, Newrozê li gora naveroka wê pîroz bikin dikarin beşdarî me bibin.

Ji bo bernameyê û hunermendên ku beşdar bibin emê di demeke nêzîk de agahîya berfirehtir bidin…

Komeleya Tevgera Ciwanan / Qoser

Back to top button