Polîtîk

Barzanî ferman da Hikûmetê ku ji bo biparêzgehkirina Helebçe lezê bikin

Serokê hrêma Kurdistanê bi nameyeke fermî daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, zêdetir li benda Bexdayê nemînin û dest bi amadekariyên îdarî ji bona  biwîlayetkirina Helebceyê bike.

Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, duhî roja çarşemiyê 5ê adarê,  li ser pirsa biwîlayetkirina Helebceyê, bi fermî nameyek ji hikûmeta herêma Kurdistanê re şand û di nameya xwe de dibêje:

– Li gor raya gelek qanûnzanan pirsa biwîlayetkirina Helebceyê ji desthilatên îdareya herêma Kurdistanê ye û heta nuha jî weke pêwîst Bexdayê kar ji bo biwîlayetkirina Hekebceyê nekiriye. Ji ber vê yekê me biryar da hikûmeta herêma Kurdistanê bi lezgînî dest bi amadekariyên îdarî ji bo biwîlayetkirina Helebceya Şehîd bike daku, daxwazên xelkê qaremanê wê deverê bi cî bibin.

Back to top button