Daxuyaniyek balkêş

JI BO RAYAGIŞTÎ Û ÇAPEMENIYÊ

Van rojên dawîn, di çapemeniyê de, bi devê hinek kesên ku rengê wan ê siyasî ne diyar e, hin nivîs û daxuyaniyanî hatine belavkirin; goya PDK-Bakur li gor qanûnên dewleta dagîrker Tirkiyê dikeve qada fermî.

Wekî tê zanîn, ji roja damezirandinê heta vê dema me Partiya Demokrat a Kurdistan ji bo azadiya miletê kurd û ji bo rizgariya Kurdistanê têkoşîn daye û niha jî di vê xeba xwe de berdewam e.

Em rayagiştî û çapemeniyê agehdar dikin ku ew nivîs, daxuyanî û hwd. yên di vî warî de bi tu şêweyî PDK-Bakur eleqedar nakin.

Mixabin, saziyeke ragîhandin û çapemeniyê Rûdaw jî cîh dide van nivîs û hevpeyvînên ku mebesta wan belavkirina agehdariyên çewte e ku xisarek mezin dide tevahiya tevgêra netewî.

Em di bîra Rûdaw û hemû saziyên çapemenî û ragîhandinê tînin: Partiyên siyasî ne konên koçeran in ku kî, kengê, li kuderê, li gor kêfa xwe bixwaze, li wir veke!

Serkeftin ji bo miletê kurd!

Şeref û serbilndî ji bo serokê neteweyê kurd Barzanî !

25.11.2013
PDK-Bakur
(Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur)

Nêrînek

  1. Gavek dereng mayî lê pîroze,pewîst bu berî nıha ev daxwıyanî bo raya gıştî hatıbana belavkırın û ew kesê ku dıbên PDK belav buhubu le emê cardı bênın serhev,PDK dezgêhekî Netêwîye u hêza xwa jı gele xwa dıgıre ne hêzek îdıolojîya demkîye kênge gele kurd xelas bu we çaxe PDK jı xêlasdıbe le ew kese ku bı îdojıye demkî hatıne perwerdekırın ve yekê nızanın wekî mejıye xwe e bıçuk PDK-Bakur jırove dıkın û dıben PDK belav bubu ev daxıyanı bersıve le jıbo ew kesen ku fem bıkın!!!

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: