CivakRojev

Daxûyaniya wezereta navxwe ji bo Cejna Remezanê

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê qedexeya çûn û hatinê di rojên cejnê de belav kir û tê de dibêje, desthilat bi parêzgar û serperiştyarên rêveberiyên serbixwe tê dayîn ji bo karê pêwîst encam bidin.

Li gor daxuyaniyê, divê rê li ber dirustbûna qerebalixiyê li cihên giştî û cihên geştyarî bê girtin.

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, ku qedexeya çûn û hatinê ya di navbera Herêma Kurdistan û parêzgehên naverast û başûrê Iraqê de jî dê weke xwe bimîne û berdewam be.

Wezareta Navxwe dibêje, biryarên wan bi mebesta pabendbûn bi rêkarên xweparastinê û rêgirtin li belavbûna zêdetir a vîrûsa korona ne.

Dibêje, karasanî bo karê rojane yê welatiyan di rojên cejnê de tê kirin.

Odeya Operasyonan ya Parêzgeha Hewlêrê jî derbarê rojên Cejna Remezanê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, di rojên cejna Remezanê de li parêzgeha Hewlêrê qedexeya çûn û hatinê nabe û rê bi welatiyan tê dayîn bi pêkanîna rêkarên tendirustiyê çûn û hatinê bikin û cejna xwe birêve bibin.

Li gor daxuyaniya Odeya Operasyonan ya Parêzgeha Hewlêrê, nimêja cejnê li mizgefan rêpêdayî ye, lê ji mamostayên olî û pêşnimêjan dixwaze ku pabendbûna bi rêkarên xweparêziyê liber çav bigrin.

Di biryara duyem ya Odeya Operasyonan ya Hewlêrê de hatiye, Hemû kombûn û qerebalixî li cihên giştî û geştyarî bi hemû awayekê qedexe ye.

Daxuyaniya Odeya Operasyonan a Hewlêrê piştî vê yekê hat, ku Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê desthilat da parêzgeh û rêveberiyên serbixwe, şêweya qedexe û rêkarên cejnê diyar bikin.

Parêzgehên din û îdareyên serbixwe hîna rêkarên xwe ji bo rojên Cejna Remezanê ranegihandine.

Back to top button