Daxuyaniya Wezareta Derve ya derbarê balafira bêmirov a li Kerkûkê hatî xistin..
Balafira bêmirov a Aksungur a Tirkiyeyê li nêzî bajarê Kerkûkê yê Iraqê hat xistin. Wezareta Derve ya Tirkiye ragihand ku, ew li ser xistina balafira bêmirov a çekdar a Tirkiyeyê ya li Kerkûkê lêkolînê dikin.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku pergalên parastina hewayî yên Iraqê danê sibê li Kerkûkê balafireke bêmirov a çekdar (ÎHA) xistin xwarê.
Hat ragihandin ku ji bo lêkolînkirina sedema ketin û qezayê tîmeke teknîkî ya ku ji delîlên edlî, parastina hewayî û operatorên dronê pêk tê hat avakirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve Oncû Keçelî diyar kir ku ji bo lêkolînkirina bûyerê bi Iraqê re di nava têkiliyê de ne.
Daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê
Berdevkê Wezareta Karên Derve Oncu Keçelî der barê bûyerê de daxuyanî da.
Daxuyaniya Keçelî ji Xê wiha ye:
“Daxuyaniya derbarê bûyera îro li Kerkûkê qewimî, ji aliyê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ve hat dayîn. Ji bo ronîkirina bûyerê bi berfirehî bi rayedarên Iraqê re hevahengî hate kirin.
Di têkoşîna li dijî terorê de îradeya Tirkiyeyê bi hêze. Tirkiye li gor prensîba xweparastinê ya ku di xala 51emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî de cih digire, têkoşîna xwe ya li dijî rêxistina terorê ya li nav axa Iraqê ye didomîne. Îradeya hevpar û xurt di navbera Tirkiye û Iraqê de heye ku di warê têkoşîna li dijî terorê de her ku diçe bihêztir dibe.
Herî dawî îlankirina PKK’ê ya li Iraqê weke ‘rêxistineke qedexe’ û ‘Moreanduma Hevkariya Leşkerî, Hevkariya Ewlekariyê û Têkoşîna li dijî Terorê’ ya di 15’ê Tebaxê de li Enqereyê hat îmzekirin berhemên vê nêzîkatiyê ne. Her du welat bi biryar in ku ev hevkarî encamên berbiçav li qadan derxe û ji bo vê mebestê di navbera rayedarên şareza de hevrêziya zêde bikin.”