Dosya

Daxûyaniya PKKê û helwestek navnetewî

Encûmena Ewlehîya Navdewletî îro ji naçarî û tengavî civîneke bilez saz kir, têde dewletên zilhêz nirxandinê ji boy daxuyanîya Komîta Navendî ya PKK ê dikin ewa îro parve kirî û hemû amaje ji bo wê arastê diçin ku rewşa neasayî a herî xeter li dinyayê were îlan kirin û leşkirên dewletan bikevin di nefîr ‘am û amadebaşiyê de, ev jî bi sedema wê yekê ye ku PKK ê bi kiryar dest avêt «Berxwedana Antîfaşîst» ya “Serbest kirina Rojhilata Navîn û tevahîya Merovatiyê”, Encûmena Ewlehîyê heyrî maye û dibêje: Rewş nezelale, lê belê guherînên mezin wê li demeke nêz çêbibin.

Partîya Karkerên Kurdistanê, îro peyamek ji bo salvegera 43an ya damezrandina rêxistina xwe belav kir, pêngava “Dem Dema Azadiyê” ye ragihand û hinek armancên pir ecêb, pir mezin, pir nalojîkî têde dest nîşan kirine, bo mînak “Serbest kirina Rojhilata Navîn ji faşîzmê, belku bêhtir dibêje: Emê merovatiyê serbest bikin”!.

Komîteya navendî ya PKK ê di daxuyanya xwe de bang li her kesî kir ku bi xurtî tevlî pêngava berxwedanê ya bi navê “Dem Dema Azadiyê” ye bibin û xwestîye “Berxwedana Antîfaşîst” li her qadê belav bikin, mezin bikin.

Amancên ku PKK ê ji bo sala xwe ya nû dest nîşan kirine evin:

  • Emê dagîrkeriyê li her çar perçeyên Kurdistanê bi dawî bînin.
  • Emê Tirkyeyê û Rojhilata Navîn bixin ser xeta demokiratîzebûnê.
  • Emê faşîzma AKP ê û MHP ê hilweşînin û hildin refên dîrokê.
  • Emê merovatiyê ji terora faşêst rizgar bikin.
  • Emê bi rêya Jinolojîya Apo jinê serbest bikin.

Komîta navendîya PKK ê piştre tê û dev ji van amancên mezin berdide û dibêje: “Ev sal wê sala bi dest xistina azadîya fîzîkî a rêber Apo be”, Ya rast amanca azadîya fîzîkî a rêber Apo bi wê watayê tê ku rewş ew qas ne xetere weke Encûmena Ewlehîya Navdewletî ragihandî!.

Ji PKK ê ve Kurd berxikin

Partîya Karkerên Kurdistanê, hinekî maye sala xwe ya 42an bi dawî bîne û derbasî sala 43an bibe, ev 42 salin ev rêxistin tekoşînê dike, lê belê tu destkeft ji bo gelê Kurd bi dest nexistine, yek metroya xaka Kurdistanê rizgar nekirîye, di hemû salvegerên xwe de derdikeve û dibêje: “îsal wê sala hilweşandina faşîzmê be, wê sala serbestkirina gel û demokiratîzekirina Tirkiyê be”, lê belê li van salên dawiyê amancên xwe berfirehtir lê kirine û dibêje: “Emê Biratîya Gelan pêk bînin, emê Rojhilata Navîn demokiratîze bikin, heya dibêje: amanca me serbest kirina merovatiyê ye”!.

Pirsa li vir tê kirin, gelo Komîta Navendîya PKK ê dizane ew çi dibêje? Dizane ku rêxistina wê nikarîye heya niha gundê Rêberê xwe ji destên Tirkan rizgar bike? Gelo ew bi tu awayî bi vê rû qaymyê derdikeve dibêje emê dagîrkeriyê li her çar perçeyên Kurdistanê bidawî bînîn? Gelo hûn dibêjn PKK e bi çavê berxikan li gel dinêre û wiha difkire ku tişta ew dibêje gel jê bawer dike?

Ya rast gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê, niha baş PKK e nas kirîye, baş dizane ku ev rêxistin niha bûye bela û serêş ji bo gelê Kurd, baş dizane ku PKK e weke penceşêrê lê hatîye û ketîye canê Kurdistanê, gelê Kurd baş fêm kirîye ku ev dema 42 salane PKK e heman derewan dike û hema siloganên xwe yên xeyal dubare dike, ev 42 salin PKK e li ku derê be tenê şer û malwêranî li wê derê ye.

Kempînên PKK ê

PKK e her sal derdikeve û kempînekê ji bo xapandina gel radigihîne, li vir emê bi kurtasî bas li kempînên PKK ê yên ji sala 2001an bikîn:

  • 2001- 2003 kempîna Bi xudan derketin û parastna rêberî.
  • 2005-2004 kempîna Azadî ji bo rêberatiyê.
  • 2006-2005 kempîna Ocalan îradeya min a siyasî ye.
  • 2007 kempîna Êdî bese.
  • 2009 kempîna Birêz Ocalan.
  • 2012 kempîna Yan azadî, Yan azadî.
  • 2014 kempîna misogerkirina azadîya fîzîkî ya serokatiyê.
  • 2015 kempîna rêveberîya xweser.
  • 2019 kempîna em tecrîdê bişkênîn, faşîzmê helweşînîn û Kurdistanê azad bikeyn
  • 2020 kempîna Dem demê bi dumahî înana tecrîd, faşîzm û dagîrkeriyê ye; demê dabînkirina azadiyê ye.
  • 2020 kempîna Dem Dema azadiyê ye.

Ger hûn daxuyaniyên van pêngavan kombikin û bînin gel hev, hûn dê bibînin ku PKK ê ji sala 2001 heta 2020an heman hevok û peyv bi kar anîne, di destpêkê da PKK e behsa dîrokê dike û dibêje: “Azadîya Ocalan azadîya meye, hilweşandina pergala tecrîdê ya Îmraliyê wê rê li ber ronakbûna Rojhilata Navîn veke û wê Tirkiye demokiratîze bike”.

Ev 20 salin ev pêngave xwe dubare dikin û mlîmekê jî pêşkeftin çênekirîye

Ev 20 salin ev pêngave xwe dubare dikin û mlîmekê jî pêşkeftin çêne kirîye, PKK e daxuyanîyekê dide û rêxistinên wê piştgiriyê diden vê pêngavê, ew cemawerê li dora PKK ê kême lê gelek ala û gelek wêneyên Ocalan nîşan diden, anku bi wêne û alayan dixwazin we nîşan biden ku cemawerekê mezin heye, piştî mehek yan du mehan, KCK e dîsan her kesekî gazî karî dike û bi vî rengî her bihar û payîzê bi muzîkê, sitran û dîlanan wesa hizir dikin ku ew ji bo şoreşa Kurdistanê xizmetê dikin û wezîfeyeka pîroz pêk tînin, lê belê, kesê ku li Parîs yan Firankfortê dike hawar û dibêje: “Bijî Biratîya Gelan, Bijî serok Apo” li ser têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê çi bandora xwe nake, heta em dişêyn bibêjîn di nava vê, çerxa xiriş da bi awayekê dizîna morala Kurdan dihête armanc kirin.

PKK e û destkeftên sala rabûrî

Komîta Navendî ya PKK ê di daxuyanîya xwe da bas li destkeftên xwe yên sala 42an kirine û bas li xwîna şehîdan kirîye û dibêje me dersek nîşa dagîrkeran daye!, lê ya rast merov dikare destkeftiyên rast yên PKK ê yên sala rabûrî bi çend xalekan bas bike:

  • Radest kirina beşekî mezin yê Rojava Kurdistanê di êrîşa oktobera 2019an de.
  • Êrîşa ser Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji destpêka bûyerên Zînî Wertê.
  • Leşkirê Tirkiyê bi kûrahîya 15 kîlometroyan kêşî Başûrê welat kir bi taybet paş êrîşa 15 xizîrana 2020an.
  • Bi sedema PKK ê pêtirî 50 gundên Başûrê Kurdistanê paş êrîşa 15 xizîrana 2020an çûl bûne.
  • Teror kirina brêvebrê Asayîşa xala sînor ya Serzêrî Xazî Alîxan.
  • Êrîşa ser Pêşmergehên Başûrê Kurdistanê li Çemankê.
  • Teqandina borîya petrolê ya Başûrê Kurdistanê.

Dev ji vê awazê berdin, êdî gel bi van pêngavên bê esas nayê xapandin

Tişta ku PKK ê di daxuyanîya xwe ya îsalê de zêde kirî, careke din êrîşî ser Partîya Demokrat ya Kurdistanê kirîye, ev jî ne tişteka nû yeke PKK ê pêk înay, belku PKK e ev demek pir dirêje ketîye di hewlên firoştina şerî bi Hikûmeta Başûr de û dixwaze vê perçeya azad mîna Bakur û Rojava radestî dagîrkeran bike, li dawiyê jî em dê bêjin, pêwîste PKK e dev ji vê awaza kevin berde, êdî gel bi van pêngavên bê esas nayê xapandin.

Çavkanî:Darkamazî

Back to top button