Berî du rojan nefta herêma Kurdistanê gihişte bazararên cîhanê û qonaxa yeke a firotina nefta Kurdistanê dest pê kir. Li dor firotina neftê hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek ji raya giştî re weşand.

Ev li jêr teksta daxuyaniya hikûmeta herêma Kurdistanê:

Hikûmeta herêma Kurdistanê ew nefta xava li herêma Kurdistanê berhetîne bi rêya boriyê gihanede benderê Cîhan û ji bo cara yekemîn ew neft firot. Bifirotina neftê, hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze siyaseta xwe ya di warê neftê de û destûra Îraqê a sala 2005ê cîbicî bike û di warê berhemanîn, hinartin û dahatiniyê neftê de alîkariya Îraqê bike.

Vaporekê ku, nêzîkî yek milyon varêlên nefta xav bar kir bûn, berî du şevan ji Benderê Cîhan ber bi Ewropayê ve hat bi rê kirin. Ev yek jî  destpêka qonaxên firotina nefta herêma Kurdistanê ye ku, bi rêya boriya nû hatîye dirustkirin,  tê hinartin.

Dahatiniyê vê nefta tê firotin dê li hisabeke jêr kontirola hikûmeta herêma Kurdistanê li bankeya Halkbank li Turkiyeyê bê razandin û hikûmeta herêma Kurdistanê dê beşê budceya xwe di çarçoveya dabeşkirin û hevbeşîpêkirina dahatiniyê Îraqê li gor wê rêjeya jê re hatî diyar kirin û li gor destûra Îraqê a sala 2005ê miamileyê pê re bike.

Ji bona cîbicîkirina pabendbûna Îraqê bi biryarên Neteweyên Yekgirtî, 5% ji dahatniyê neftê dê li hisabeke taybet bê razandin ji bo wan qerzên navdewletî yên li ser Îraqê hene.

Li dor pirsa şefafiyê jî, hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaz ji saziyên serbixwe yên navdewletî kiriye ku, çavdêriya pirosesa firotin û hinartina neftê bikin û hikûmeta herêma Kurdistanê hêvî dike ku, berpirsên saziya bibazarkirina nefta Îraqa federal (SOMO) daweta hikûmeta herêma Kurdistanê qebûl bike û ew jî çavdêriya vê pirosesê bike.

Hikûmeta herêma Kurdistanê dê li ser pyrewkirina mafên xwe di hinartin û firotina neftê bi awayekî serbixwe ji saziya SOMO berdewam be, lê di heman demê de hikûmeta herêma Kurdistanê pabendbûn û nîyetpaqijiya xwe jî ji bo danûstandinan digel Bexdayê nîşan dide daku li ser çareserkirina pirsa neftê di çarçoveya destûra Îraqê de bigihin çareseriyeke timam.

Hikûmeta herêma Kurdistanê, bê westiyan, digel şirîk û berhemînerên navdweletî ji bona dîtina rêyên nû ji bo geşkirin û pêşxistina aboriya herêma Kurdistan û Îraqê di nava xebatên berdewam de ye. Herwesa ew amadeye ji bo dabînkirina enerjiya dewletên cîran û bazarê navdewletî çavkaniyek bawerpêkirî û biîstîqrar be.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: