Civak

Daxuyaniya hûnêrmendê Kurd

Daxûyanî
Ez serîlêdana serokê Kurdistana Federal birêz Mesud Barzanî li Bakûrê Kurdistanê, bi taybetî li Amedê û gelê me û siyasetmedarên me yên Bakûr, yên bi hestyarî guh nedan nijadpesretên Ergenekoncî û dilêxwe ji wî re vekirin û pêşwaziya wî kirin pîroz dikim.

Hêvîdar im ev hewildan xizmeta bidestxistina mafên Kurdan ên netewî bi riya aştiyane û demokratîk bikin. Her wiha ez bi hêvîdariya ku hatina hûnermendê hêja
birêz Şivan Perwer di nav gelê me û welatê me xizmeta şkênandina çember û zordariya desthilatiyên dîktator û totalîter ên li ser hûner û hûnermendên Kurd
bike, hevdîtina li Amedê silav dikim.

Bonn, 16.11.2013
Nizamettin Ariç

Back to top button