PolîtîkRojev

Daxuyaniya ENKSê di derbarê binpêkirina komên çekdar û çeteyên li Efrînê

Binpêkirinên hovane yên li dijî niştecî û xwezaya herêma Efrînê ji aliyê komên çekdar ve bê rêgir û bê tedbîrên exlaqî berdewam in, di van çend rojên borî de van çeteyan darên daristanan li navçeyên Cindirêsê bi qasî bi sedan hektarî birîn. Komên çekdar li Bendava Meydankî û gundên derdorê, li gorî çanda xwe ya wêranker zererek mezin didin insana û xwezayê.

Em bi tundî van kiryarên dûrî exlaq û nirxên netewî û bê şermezar dikin.

Em wek Encûmena Niştimanî ya Kurdî, bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku destwerdanê bikin ji bo rawestandina van koman ji pêkanîna tawanên xwe yên li dijî mirovatiyê û jîngehê. Herweha em bang li dewleta Tirkiyê jî dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne ji ber ku ew vê herêmê di warê îdarî û leşkerî de kontrol dikin. Gerek ji kesên tawanbara hesab bipirsin û xwezayê ji destê van çekdaran biparêzin.

Her wiha em bang li Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiyê dikin ku bi erkê xwe yê niştimanî û exlaqî li hember bûyerên li Efrînê diqewimin, van tawanên hovane yên ku kîn û tolhildanê nîşan didin şermezar bikin, û kar ji bo rawestandina wan tavilê û derxistina tawankaran bo dadgehan bike. Ji bo ew cezayê xwe yê adil bistînin.

Qamişlo /2 Îlon 2022 

Emindariya Giştî ya ENKSê

Back to top button