PolîtîkRojev

Daxûyaniya Çavuşoglu di derbarê operasyonên li rojava û başûrê Kurdistanê de!

Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu beşdarî 13mîn konferansa balyozan de kir û destpêka konferansê de axavtinek kir. Çavuşoglu di derbarê operasyonên Tirkiye li rojava û başûrê Kurdistanê de got: Ji bo parastina yekitiya axa Iraqê û Suriye giringiyek a van operasyona heye. Em vê yekê nekin,ne DAÎŞ û ne ji YPG/PKK xilas dibe.

Di derbarê helwesta Tirkiye ya li himber endametiya Swêd û Finlandiya ji bo NATOyê de jî çavuşoglu got: Swêd û Finlandiya endamên Yekitiya Ewropane,tekoşîna li dijê terorê wek berpirsiyariya xwe dibînin û li ser vê yekê çerçoveyeka lihevhatinê pekhatiye, ez hêvî dikim ev bibe mînakek ji bo hemû welatan.Em sozên hatîn dayîn dişopînin. Ji ber ku teror li hinek welatên nêzikî me û li hinek welatên din jî pişgiriyê dibîne.

Back to top button