Biryar e roja 10ê Tebaxê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna Nûnera NY li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, kesên yekem ên partiyên siyasî yên Kurdistanî li Serokatiya Herêma Kurdistanê bicivin û biryarê li ser hilbijartina parlamentoya Kurdistanê bidin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêştir di roja 24.2.2022ê fermana herêmî ji bo diyarkirina roja hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Kurdistanê îmze kiribû û biryar bû hilbijartin roja 1.10.2022ê bihata kirin, lê aliyên siyasî li ser yasaya hilbijartinê û aktîvkirina komîsyonê ne hevnêrîn bûn, çend caran jî aliyên siyasî ji bo wê pirsê civiyabûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 3ê Tebaxê di gotarekê de daxwaz ji aliyan kir ku derbarê hilbijartinan de lihev bikin daku êdî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê neyê paşxistin.
Ev duyem civîna aliyên siyasî ye ku li serokatiya Herêma Kurdistanê tê sazkirin.
Di civîna yekem de ku di 9ê Hezîranê de hatibû lidarxistin, biryar hate dan ku sekretariyek bê avakirin li Serokatiya Herêma Kurdistanê ku hevahengiyê li gel tîma UNAMI bike û vê mijarê bişopîne.