Civak

Dawiya Erdoganî jî dibe wek ya Ednan Menderes

Hunermendê Tirk yê naskirî Lewend Kirca di bernameya televizyoneke zindî de peyvên giran ji bo serokwezîrê Tirkitkiyê gotiye û di dawiyê de jî Erdoganî bi xeniqandinê tawanbar kiriye û weha gotiye: “Dawiya Teyib  Erdoganî jî dibe wek ya Ednan Menderes”ê ku bi fermana Cuntaya Leşkerî ya 1961ê hatiye xeniqandin.

Piştre dîsa weha domandiye: “Şer, yê me ye û me şer qezenc kir.”

Yanî ev gotin tê wateya ku wê derbeyeke leşkjerî li Tirkiyê bibe û wê serokwezîr Teyib Erdogan jî bête îdamkirin.

Ev gotina vî hunermendê Kemalist jî li ser valakirina Parka Geziyê ya Teqsîma Stembolê hatiye gotin.

Çendî ku parlemanê AK Partiyê Şamil Teyar bêzî li pêşber Lewend Kircayî nîşan daye û gotiye: “Turkiye dewleteke hiqûqê ye. Le´neta Xwedî li te be.” Jî, lêbelê ew ji fortên xwe daneketiye.

Back to top button