Dawiya axînê
Tu vîna her hêzê yî
Pîvana her nirxê yî
Jîn û gav û aramcî
Êzinga şoreşê yî
Gavên min her li pêş in
Ji ber tu tîrêja rê yî
Ji ber tu giyanî yarê
Şahiya av û bê yî
Kurdisana biçûkî
Xumxuma şalûlê yî
Tu şînbûna ezmênî
Sipîbûna berfê yî
Erdî deryayî û darî
Tu giyana xakê yî
Rengî û awazî dilber
Tu ahîna avê yî
Tu her tiştî lê yarê
Naveroka xewinê yî
Her tu ji bo min dermanî
Dawiya axînê yî
29.09.2021
11:16
*Rêber Hebûn