Cîhan

Davutoğlu: Serdana Barzanî a Tirkiyeyê girîng e

Wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoğlu, diyar kir ku serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê di wexteke musaît de serdana Tirkiyeyê bike û got, “Di warê şêwrê de jî em paxavê pê dikin.”

Davutoğlu, îro di daxuyaniya li Enqereyê ya bi wezîrên karên derve yên Bosna Hersek û Xirwatistanê re de, derbarê hevdîtinên şêwirmend Feridun Sinirlioğlu yên li Hewlêrê jî agahî dan.

Li gorî nûçeya TRT’ê, Davutoğlu, bi bîr xistiye ku Feridun Sinirlioğlu duhî li Hewlêrê hin hevdîtin pêk anîne û bi Mesûd Barzanî re jî rûniştiye. Davutoğlu, bal kişandiye ku têkiliyên derve yên Tirkiyeyê bi Iraqê re gelekî baş in û wiha pê de çû: “Tirkiye, bo hemû komên etnîkî û mezhebî yên Iraqê gel hindê ye ku têkiliyan germ bigire û bo avedankirina Iraqê hevdîtin û hewldanên Tirkiyeyê gelekî xurt in.” 

Davutoğlu, destnîşan kir ku şêwirmendê wezareta karên derve Sinirlioğlu, nameya wî gihandiye Barzanî û wiha domand: 

“Biryar e, ku em ji niha pê de jî bi heman awayî têkiliya xwe bidomînin. Par, 30ê kewçerê min serdana Hewlêrê kiribû. Jixwe hingê jî min jê re gotibû, çi gava derfetan dest da, em dixwazin tu serdana Tirkiyeyê bikî. Wexteke musaît ew ê serdana Tirkiyeyê bike. Bo şêwrê em gelekî girîngiyê bi fikra wî didin. Ji ber ku em dixwazin, hemû kom bi hev re bi lez û bez Iraqê avedan bikin.” 

Li ser pirseke, “Ka name te nivîsandiye an serokwezîr?” Davutoğlu got, “Min nivîsand. Min peyamên ku fikrên me yên berê tê de ne, anîne bîrê.” Davutoğlu bal kişand ku wî mesaja devkî ya Serokwezîr Recep Tayyip Erdoğan ji Barzanî re gihandiye.  

 

om AKnews

Back to top button