Ahmet Davutoglu piştî ji AKPê veqetiya dest karê avakirina partiya nû kir û dê demek nêzik de partiya xwe radigihînin.

Davutoglu dê mitinga xwe ya yekem li bajarê Manisayê roja 18ê Oktoberê de li dar bêxe. Ihtimale ku di vê mitingê de partiya xwe bi awayekî ragihine.  Davutoglu niha karê xwe li Stanbul û Enqere berdewam dike.

Ahmet Davutoglu di daxûyaniyekî de dibêje: Karê me yê avakirina partiyê ber bi dawiyê ve tê. Me bername û peyreva partiyê amade kiriye , em cardin her tiştekî berçavre derbas dikin.

Di derbarê kesên ku dinav partiyê de cih bigrin Davutoglu dibêje ku hinek krîter hene, nabê kesên di partiya me û rêveberiya giştî û yên herêmî de cih bigrin ew kes bin ku di derbarê wan de gotgotuk hebin. Em kesayetên pakij ku tevlê gendeliyan nebûyîn tînin nav partiyê.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: