Serokwezîrê Tirkiye Ahmet Davutoglu îro piştî civîna komita revebir a AKPê derket himber medyayê û biryara xwe di derbarê pêşerojê de da xuyakirin.Davutoglu da xuyakirin ku, dê kongreya avarte ya partiya wî 22ê meha Gulan a 2016ê pêkbînin. Herweha Davutoglu got ku, ewê ji dev serokatiya AKPê berdê . Dema Davutoglu nebê serokê AKPê dê serokê nû bê hilbijartin bibe serokwezîr jî.Davutoglu da xuyakirin ku, ewê wek parlementerek yê AKPê bimîne û heta dawiyê dê di xizmeta AKPê de be.Tê zanin ku, nakokiya di navbera Erdogan û davutoglu de bo sedema vê biryara Ahmet Davutoglu.Lê Davutoglu di axavtina xwe de bi tu awayî gazind ji Erdogan nekir û da xuyakirin dê hevaltî û dostbûniya wî gel Erdogan heta dawî yê wek berê rêve herê.Davutoglu axavtina xwe de behsa vefa yê kir û her wesfê Erdogan da.Daxuyanî axavtina Davutoglu, biçekî ji derê adetên siyaseta Tirkiye bû.Piştî kongreya 22ê Gulanê serokê AKPê û serokwezîrê nu yê Tirkiye tê kifşkirin.
Pêş
30/06/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya li Refîq El Îsawî kir
30/06/2025
Divê mijar ne tenê danîna çekan be!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Şêx Seîd Îslam û Kurdistan28/06/2025