HDP hewara xwe gihand CHPê û MHPê

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş bang li parlamantarên Tirkiyê kir û ji wan xwest ku pişgiriyê nedin rakirina parêzbendiya parlamenteran.Di parlementoya Tirkiye de pirsa rakirina parêzbendiyê, ji bo çi ewkas parlementerên HDPê têxe cihê tirsê de, belkî pirsa herî girîng e.Ji aliyekî parlementerên HDPê weke Osman Baydemir dibêje cihê kurda liparlementoya Tirkiye nemaye û ji aliyek din Demirtaş hewara xwe digihîne CHP û MHPê.Di rastiya xwe de siyaseta îro HDP di parlementoyê de rêve dibe nayê têgihandin. HDP gazinda ji dewletê nake, doza Tirkiyebûnê dike, yanî tu cara sedemê pirsgirêkên navbera HDPê û AKPê de ne pirsa Kurd û Kurdistanê ye. Ka gelo heta niha çend daxwaziyên HDP ji bo çareserkirina pirsa kurd pêşkêşî parlementotaya Tirkiye kirine.Gelo li gora HDPê, çareseriya pirsa kurd de çi cewazî di navbera AKPê, CHPÊ û MHPê de heye? Rastî ev nayê zanîn.Eger pirs tenê li gora HDPê pirsa demokrazîkirina Tirkiye ye , ev jî ne pirsa kurd ve girêdayiye. 

Nerîna min :