Bang li Kurdên ku li Ewropayê dijîn,
Xwişk û birayên dilovan,
Sala 2016an sedsaliya Peymana Sykes-Picot e û peymana hanê sedema bîngehîn a
bîndestiya gelê me ye, parçe bûna welatê me ye, sedema bê statu kirina miletê Kurd e,
ku yek ji qedîmtirin gelên Rojhilata Navîne.
Kurd û Kurdistanîyên li diyasporayê dijîn,
Ronakbîr û çalakvanên Kurd yên li Ewrûpayê,di sedsaliya Peymana Sykes Picot da, li
welatê Elmanya, li bajarê Kolnê, roja 14.05.2016an de xwepeşandanek bi navê “Ji bo
rojeke Serbixwe” amade kirine û hinek hunermend û saziyên demokratîk û partiyên
siyasî jî pîştgiriya xwe li çalakiyên hanê ragihandine.
Em partî û hereketên ji bakurê Kurdistanê, ku navê me li jêr in, daxwaz ji heval, hogir û
aligirên xwe, ji hemû Kurdistanîyên ku li Ewropayê dijîn dikin,ku ji bona serkeftina vê
çalakiyê kar û xebatê bikin û bibine alîkarê Komîteya Amadekariyê.
Em bangê hemu Kurdên Ewropa dikin, ku bi Alayê Rengîn ve beşdarê çalakiya hanê bibin
û daxwazên netewî û demokratîk yên gelê Kurd bigihînin bîr û rayê cîhanê.
Dilsozên Kurdistanê,
Xwişk û birayên ji welatê xwe dûr ketî ne,
Dê werîn, jîn û zarok û kal û pîr, em pêkve di bin Ala Rengîn û di bin dirûşma “Rojek Ji
Bo Serxwebûnê” beşdarî çalakiya hanê bibin;
Werîn em rojek nasnama xwe ya partîtîyê dêynin alîyekî û li jêr Ala Kurdistanê da
daxwaza serxewebûna welatê xwe bikin; bi qîrin û hewar bikin û bêjin, ku “damezrandina
dewleta serbixwe mafê me ye jî”.
05 Gulan 2016;
HEREKETA AZADÎ ,PAK, PAKURD, PDK-BAKUR,PSK,
Dem: 14.05.2016
Seat:13.00
Navnişana çalakiyê:
Heumarkt- 50667 Koln
Elmanya