Polîtîk

Dara Bilek: Serdana Barzanî ya Tirkiye dîrokiye

Îşev 03.06.2010 nivîskarê malpera me û sîyasetmedar Dara Bilek beşdarî li bernameya Nêrîna televizyona Zagrosê kir û di bernameyê de di derbarê pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê de bi awayekî giştî şîrove kir.

Bilek vê serdana Serok Barzanî ya Tirkiye serdaneke dîrokî wesif kir û da zanîn ku eve yekem care Tirkiye bi awayeke fermî Serokê Herêma Kurdistanê dawetî Tirkiye dike û seredan ji bo paşarojê destpêka xurtkirina pêwendiyên Kurd û Tirke.

Her wiha Dara Bilek di derbarê vekirina demokratîka Tirkiyê jî got; Ev pengavên ku di dema hikûmeta AKP de hatine avêtin gavên erênî ne, belê dibe ku bi yekcarî gelek daxwazên her du aliyan bi cîh nebin.Ev guhertinên têne kirin pirsa kurd çareser naki. Lê zemînek erênî ji bo çareseriyê peyda dike. Ev yek jî ji bo kurdan destkeftiyeke.

Di derbarê pêwendiya aboriya Tirkiye û Kurdistanê de jî got: Ev demeke dirêje kompanyayên Tirkiye li Kurdistanê bi awayeke çalak li gelek warên pîşesaziyê de kar dikin. Helbet ev jî pêwendiyan bi awayeke erênî pêş dixe.

 

Back to top button