Polîtîk

Teksta peymana stratejiya navbera PDK û YNK

Ji ber hestiyariya rewşa neteweyî, niştîmanî û hin erkên hevbeş yên qonaxa niha û baweriya ku piraniya xelkê Kurdistanê bi me her du aliyan heye, giraniyeke zêdetir dikeve ser milê me, nemaze bi çaresernebûna çend pirsgirêkên neteweyî û niştîmanî, di ser wan re jî pirsgirêka Kerkûk û deverên cudabûyî ji Herêma Kurdistanê. Li hemberî prosesa siyasî a Iraqê û helwesta herêmayetiyê, yekrêzî û rêxistina nav mala kurdî, dê giraniya Kurdistanê di prosesa siyasî de bi sûda gelê me temam bike.

Her wiha ji bo parastina ewlekariya Herêm û handana hizra neteweyî li ser prensîba demokratiyê, dûr ji şîdetê û dabînkirina azadiyên takekesî û komel, misogerkirina mafê neteweyî û kêmîneyên Kurdistanê, parastina mafê mirovan, mafê jin, zarok û bidestxistina dadperweriya civakî, rûbrûbûna terorê û çespastina hukmê yasa û ber bi medeniyetkirina civakê ku tê de hemû dezgehên Herêmê bi awayekî rêxistinkirî bi rê ve biçin û ber bi qonaxa cudakirina dîn ji dewletê, bazara azad, xurtkirina hevpeymaniya digel gişt dostên rasteqîne yên gelê me, nemaze hevpeymaniya navdewletî û guhertina rewşa niha a Kurdistan û hizbên siyasî ber bi bihevrejiyana xwezayî ve.

Yekîtiya Niştîmanî a Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê vê rêketinnameyê radigihînin:
Yekem:

Aliyê siyasî û teorî:

1-Ev rêketinname li ser prensîba peymaneke siyasî, niştîmanî û neteweyî a kurdistanî ye bo ku tê de bi diyarkirina erkên tevgera rizgarîxwaz a neweteya me û piştgirî û xurtkirina dameziraweyên destûrî û yasayî yên Herêma Kurdistanê, gotara siyasî a kurdî li ser asta berjewendiyên bilind reng vede.

2-Pêbendbûna her du aliyan bi vê rêketinnameyê ku hemû astên qewareyî, siyasî, îdarî û civakî digire nav xwe, tevî hemû navend, organ û regezên wê, di vê qonaxê de heta ku digihîjin qonaxeke din a siyasî ku daxwazî û mafên neteweyî yên me bi awayekî cuda di vê qonaxê de bên bidestxistin.

3-Her du alî nabe bi hinceta nêrînên cuda vê rêketinnameyê piştguh bixin, belkî divê pêbend bin û di hemû konferans û kongreyan de jî vê prosesê berçav bigirin.

4-Xurtkirina hevkarî û hevahendiyê digel aliyên siyasî yên Kurdistanê.
Duyemîn:

Aliyê parlamentoyê:

1-Rêxistina fraksiyona her du aliyan ji bo hêsankirina avakirina yekdengiyê li ser yasa, proje û dangdayînê li ser wan, her wiha baştir çavdêrîkirina hikûmetê.

2-Hilbijartina parlamentoyê dê bi yek lîsteyê be û ev yek dê bi rêketin û hevdufêmkirinê, reng di hemû civat, sendîka, komele, sazî, olompî de vede.

Sêyem:

Aliyê hikûmetê:

1-Hejmara wezaretên hikûmetê li gor pêwîstiyê bê kêmkirin û budceya hikûmetê  bê liberçavgirtin, bi awayekî ku beşa herî zêde bo avadankirinê û pêşxistina civakê û xwendin, tenduristî û xizmetguzariyê be.

2-Hikûmraniya hikûmetê hemû Herêmê bigire, ne ku îcaze ji PDK û YNK’ê bê wergirtin ji bo şopandina hikûmraniya xwe û bicihanîna erkên xwe û destkarî di damezrawen de û hemû babetên pêwendîdar.

3-Yekkirina wezaretên pêşmerge, darayî, navxwe û dezgehên asayîşê pêş dawiya sala 2007’ê, da ku yek hikûmet wateya xwe bide bi temamî.

4-Şikandina dîwarê take alî di fermangehên Kurdistanê de her ji Xaneqînê ve heta Zaxoyê bi awayekî lihevkirî, hevseng û bawerpêkirin bi prensîbên hevdu.

Çarem:

1- Ji bo çespandina hikmê federaliya demokratik û pêkanîna eniyeke niştimanî li ser asta Iraqê û dabînkirina şirîkiya rasteqîne di birêvebirina hukim û bicihanîna karûbarên siyasî,aborî,petrol,eskeri û têkiliyên erebî,herêmî û cîhanî, alîkarî û hevahengiya temam li ser asta Iraqê.

2- Ji bo dabînkirina aştî, aramî û serweriya destûr û qanûnê, berhingarbûna terorîzm û têkderiyê.

3-Ji bo parlamentoya Iraqê di lîsteya hevbeş de danîna namzetên jîr, aktîv,bihêz û karîn û zimanzan.

4- Bi liberçavgirtina jêhatî û jîrî, hilbijartina wezîran û fermanderên dinên Kurdistanê di kabîneya Bexdayê de.

Pêncem:

Aliyê têkiliyên derve û dîplomatîk:

1-Yekxistina nûneriyên hikûmeta herêma Kurdisatnê li derve û destnîşankirina kadirên jêhatî yên di vî warî de.

2-Di karê têkiliyên derve yên li ser asta Iraq,welatên herêmî û navdewletî de yekhelwestî

3- Li hember têkiliyên kurdistanî yên li hundir û derve yekhelwestî

Şeşem;

Mekanîzma û çavdêrî;

1-Ji bo serperiştîkirina çawaniya bicihanîna vê rêkeftinê, damezrandina heyeteke îdarî ya hebeş ji çend endamên polîtbûro û serkirdayetiya herdu aliyan.

2-Heman heyet ji bo çareserkirina arîşeyên ku tên pêş, li ser asta liq û melbendan jî bê damezrandin.

3- Erka serkirdayetiya hevbeş û damewraweya hebeş e ku bi sazkirina kor,semîneran di hemû deveran de, bi amadebûna nûnerên serkirdayetiya hevbeş, ruhê vê rêkeftinê jor heta jêr di nav hemû rêxistinên herdu aliyan belav bike.

4-Herdu alî û hemû pêkhate nabe xwe biêxin şûna hikûmet û dezgehan belkî divê bi her awayî piştgirî li hikûmet û dezgehên herêmê bikin.

4- Cezadayîna kadirên ku li dijî vê rêkeftinê bin

Heftem:

Ji aliyê ragihandinê ve;

Li ser asta herêmê;

Li ser esasa qanûn û rêxistina qanûna barê ragihandinê ya herêmê û lezandina projeqanûnekê ji bo vê amancê, pêbendbûn bi exlaqê rojnamegerî û ragihandinê(tevî malperan).

Li ser asta ragihandina herdu partiyan;

1-Damezrandina heyekete ragihandinê ya hevbeş bo amadekirina gotara yekgirtina ragihandinê.

2-Rengdayîna vê gotara yekgirtî di kenalên televîzyon, radyo, rojname û kovaran de.

3-Rênedayîn bi her hizran zaraweyek di ragihandina herdu aliyan de ku han ji bo dijayetiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û herdu aliyan bide.

Heştem:

Di warê nehîştina pirsa paşmayiyên qonaxa bihurî:

1-Çareserkirina pirsên xanî, erdên xelkê ku bi biryara herdu aliyan hatine zebtkirin an jî hatine dabeşkirin.

2-Yekxistina yasayan û telîmata herdu îdareyên berê bi temamî û nehîştina eserên qonaxa cudabûnê.

Di dawiyê de divê ev rêketinname bandoreke erenî hebe bo nehîştina warê alozî û zalbûna yekrezî û aramî û çespandina warê asayîş û berhingarbûna terorê. Herweha hevahengî û hevrekarkirina li şûna ew nakokiyên ku me ji destê wan dinalî. Rêlêgirtin ji firsetçitiya bê bingeh û sengergoriya bê bingeh.

Herweha ev rêketinname dibe cihê rêgirtin li prensîba pence û pênce û nabe sedema sînordarkirina azadiya siyasî û demokrasiyê, belku bi berevajî herwek di destûra Kurdistanê de hatiye.

Em hêvîdar in ev yekrêzî û yekhelwestî bibe cihê wê ku pêkhateyên civaka sivîl, rêxistin û damezraweyên demokratîk zêdetir tev bigerin û bên piştgirîkirin û nabe ev rêketin bibe egera opozîsyona  neyînî li Kurdistanê an li jêr sêbera wê de gendeliya siyasî û îdareyî bê veşartin, belku pêwîst e nexşeyeke jîrane bo wê bê dabînkirin ji bo nehîştina gendeliya siyasî û îdarî.  Herweha hewldan ji bo nasandina ew jenosîda ku li dijî gelê kurd hatiye kirin, bi cîhanê.

Lewra ev rêketinname di warê dilsoziya bo gel û niştîman û çêkirina baweriyeke zêde ya xelkê bi pêwîst dizanin.

pukmedia/rojevakurd

Back to top button