
Nivîskar û siyasetmedar Dara Bîlek mîhvanê Jîndar Ax û bernameya Rojevê bû û di vê bernameyê de serdana Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê ya tirkiyê nirxand.
Bîlek got: Hatina Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya tirkiye gelek girîng û erênî bû. Bajarên Bakûrê Kurdistanê Urfa, Entab, Diyarbekir, Sêrtê, Şirnex, Hekarî û Wan sedî 30 ê aboriya van bajaran li ser Başûrê Kurdistanê ye. Eger hinek Kurd bi tenê çarçoveyeke teng yê îdeolojî û siyaseta rojane bi vê yekê binirxîne, ne mumkune bigihin encamek ku em bizanibin çi destkefteke Kurdistanê têde heye.
Her wiha nivîskar û siyasetmedar Dara Bîlek got: Em hemû jî dizanin dîsa li qonaxa pêvajoya aştiyê de dîsa mîmar û endezyarê wê qonaxê Serokê Herêma Kurdistanê bî. Birêz Nêçîrvan Barzanî dîsa mîmarê wê qonaxê bû û ji bo rawestandina xwînê rolekê mezin leyîst. Dibe ku di van serdanan de dîsa ev qonaxa aştiyê bê holê. Li Bakûrê Kurdistanê tu jî kî bipirsî, ji bilî hevalên HDP an alîgirên PKK tu ji Kurdistana tirkiye ji kî bipirsî vê hatina Serokê Herêma Kurdistanê keyfxweşin. Ji ber ku dizanin ku wê deriyeke xêrê ji bo wan bê vekirin. Dizanin wê rojane jiyana wan bê guhertin.