Nivîsar

Dakirkirina Kerkûk û Efrinê cudaye

Parlementerê HDPê Osman baydemir di konferansekî de behsa rewşa Efrînê kir û diaxavtina xwe got:Dema ku Şirnex, Silopî, Sûr, Amed hatin hilweşandin, bajar hatin xirakirin, eger me kariba wê xerakirinê bidin sekinandin, dê Kerkûk têk neçûya. Eger me karibana têkçûna Kerkûkê bidin sekinandin, dê Efrîn nehata dagirkirin.  Eger me bikaribana vana biparêzin, li Mehabadê, li Sine, li Kirmaşanê dê nedikaribûn keç û xortên Kurd bi dar ve bikin. Ev tê wê wateyê ku qedera miletê Kurd li Rojava, li Rojhilat, li Bakur û li Başûr bi hev re girêdayî ye.Osman Baydemir dixweze çi bêje? Eger nirxandinek li ser vê yekê bête kirin gelek vekirî dixweyê ku gotinên Baydemir dibêje ew bi xwe heta çi radeyê jê bawere nayê zanin. Dixweyê Baydemir bi çavek din kurda dinêre. Belkî kurd zû tişta ji bîr dikin û bê ku duh bizanibin îro tişta tê berdevê wan dibêjin.Ji berî her tiştekî gelo di xirabkirina Şirnex, Silopî , Sur û gelek deverên din yê Kurdistanê encama çibû? Ne encama siyaseta PKKê ya xelet bû? Gelo Baydemir çima behsa ragihandina xweseriyê nake? Eger li gora Baydemir ragihandina xweseriyê rastbe hingê nabê behsa xirabkirin û wêran kirina hinek bajar û bajarokên Kurdistanê bike. Ji ber ku ew encama siyaseta Xendeqa bû.HDPê ji bo xatirê aşitiyê 80 parlementer derêxistin. Lê wan parlementeran çi kir? Gelo çikasi karîn ji derê siyaseta çewt ya PKKê li aşitiyê xwedî derkevin? Gelo wek parlementer  çikas rolê xwe leyiztin û karîn îreada xwe bi xwe karbînin? Baydemir divê bersiva van tişta bide? Eger hun siyasetek kurd û Kurdistanî neparêzin û ne tevgerek kurd netewî bin û rênasê we çepên Tirk û hevserokên we kesayetên wek Sezai Temellî be, van gotinan nebêjin.Baydemir behsa têkçûna Kerkûkê û Efrinê dike û vê pirsê gelek bi kurnazî dixwaze hevre girê bide.  Dagirkirina Kerkûkê de rolê PKKê çibû? Kerkûk encama xiyanetek mezin û beşek kurdên xayin hevkarî li gel Iraqê û milîsên şîe kirîn Kerkûk ket. Piştî Kerkûkê heval bendên Baydemir li gel Heşda Şeibî li Şingalê bûn xwedî desthilat. Gelek çekdarên ku Baydemir bahsa wan dike  miaşên xwe ji hukumeta Iraqê distînin. Yanî li Kerkûkê zihniyeta û Baydemir temsila wan dike li gel dakirkerên Iraqê hevkarî kirin.Lê li Efrînê çi bû? Baydemir dikare li Efrinê behsa siyaseta PKKê ya xelet bike? Nikare . Dema mirov van tişta nebine û behsa tişta bê ser devê mirov bike hingê mirov vî miletê awayek din dibîne. Rastî jî PKK û yên wek Baydemir ev milet baş naskirine, çi dibêjin li dûva wan diçin.. Ev jî gazindek dine.Dema mirov bêje: qedera miletê Kurd li Rojava, li Rojhilat, li Bakur û li Başûr bi hev re girêdayî ye. Divê siyasetek ku teqebûlê wê rêve bibe. Yanî siyasetek Kurd û Kurdistanî li ser xetek netewî rêve bibe.Nûçe /Analîz 

Back to top button