Cîhan

Amerika hêzêk nû rêkir Minbicê

Amerika hêzek din leşkerê xwe rêkir Minbicê û hêjmara hêzên xwe li vê deverê zêde kir. Ev yek di demekî de pêkhat ku, Tirkiye behsa operasyonekî li himber Inbicê dike û herweha jib o derketina hêzên YPGê li vê deverê hevdîtin di navbera Amerika û Tirkiye de pêktên.Berdevkê Artêşa amerika û dîrektorê pêwendiyên hêzên hevpeyman Thomas V. Veale di vê derbarê de daxûyaniyek dadengê Amerikayê û got: Hêzên hevpeyman li gek Konseya Leşkerî ya Minbicê di çerçova pêwendiyên fermi demekanizmeyek ya hevbeş çêdike.Veale hêjmara hêzên ji bo operasyonên taybet nade diyarkirin. Lê dibêje ev hêjmar dikare tehdîdek hebe ji hole rake.Li gora agahiyên Dengê Amerika, hêzên Amerikayê li Bakurê rojavêyê Minbicê li devera Çemê Sayurê hatine cih kirin.Herî dawî di civîna Konseya Ewlekariya Tirkiye de biryarek hate girtin ku, eger pêwistbe dê li himber Minbicê operasyonek leşkerî bête li darxistin. Tê zanin ku Tirkiye gelek cara behsa pakijkirina hêzên YPGê ji Minbicê dike û di vê derbarê hevdîtin li gel berpirsên Amerika têne kirin.Di demekî de serokê Amerika dide xûyakirin ku, Amerika li Suriye namine dê vekişe û herweha behsa operasyonek ya Tirkiye tê kirin, balkêşê ku Amerika hêzên zêdetir li Ivê deverê cih dike. 

Back to top button