CivakDosya

DAÎŞê êrîşê Kerkukê kir

Çekdarên DAIŞê îro demjimêr 03.30ê danê sibê êrîşî avahiya parêzgariyê, rêveberiya kevin a polîsan, baregaha asayîşa Kerkûkê, çend dibistan û otêlekî kirin.Peyanêrê Rûdawê ragihand çend xwekujan îro danê sibê zû li taxên Tisîn û Huzeyran êrîş kirin ser binkeya polîsan.Peyamnêrê me da zanîn ku du xwekuj çûne nav avahiya rêveberiya kevin a polîsên Kerkûkê. Piştî ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine dorpêçkirin, yek ji wan xwe teqandiye û yê din jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye kuştin.downloadXwestin bikevin parêzgariyêPeyemnêrê Rûdawê diyar kir ku 2 xwekujan jî hewldan êrîşî avahiya parêzgariyê bikin lê ji aliyê pasavan û hêzên ewlekariyê ve hatine kuştin.Rêveberê Polîsên Qeza û Nahyeyên Kerkûkê Serhed Qadir ji Rûdawê re ragihand ku 3 otomobîl li nav Kerkûkê teqiyane lê encamên teqînan nayên zanîn.Qaidr bang li xelkê Kerkûkê kir ku ji malên xwe dernekevin.Serhed Qadir daxuyand ku çekdarên xwekuj êrîşê binkeya asayîş û rêveberiya kevin a polîsan jî kiriye û li van deran jî pevçûn berdewam dikin.Li gorî gotina Rêveberê Polîsên Qeza û Nahyeyên Kerkûkê, di nav bajêr de jî hinek kes hevkariya DAIŞiyan dikin.Ji aliyê din ve, çend çekdarên din ketine avahiyeke bilind a otêlekî ku dikeve pişta Nexweşxaneya Kerkûkê. Hêzên ewlekariyê dora wan girtine û pevçûn li vir jî berdewam dikin.Berpirsên ewlekariy3e dibên ev xaneyên nehênî yên DAIŞê bûne û ligel koçberan de hatine nav Kerkûkê.Çekdaran êrîşê Dubizê jî kirinJi aliyê din ve 2 xwekujên DAIŞê li navçeya Dûbiz a Kerkûkê jî ketine avahiya elektrîkê. Hate zanîn ku hêzên ewlekariyê ev herdu xwekuj jî kuştine.

Back to top button