Da’îş zêdetirê 2.700 zarokên Şingalê sêwî hiştin

Ji ber êrîşa Da’îş ya li ser Şingalê du hezar û 745 zarokên Şingalê sêwî mane. Beşek ji wan li cem nas û kesukarên xwe têne xwedîkirin, beşeke din jî li Xaneya Bêserpereştan ve têne xwedî kirin.

Li Xaneyeke Bêserpereştan ku komek zarok têde têne xwedî kirin, hewl didin wan rûdanên li ser wan de hatî bidin ji bîr kirin û dest bi jiyaneke nû bikin.

Piştî êrîşa Da’îş ya li ser Şingalê dû hezar û 745 zarok sêwî mane û bêserpereştin, hezar û 759 zarok bavê wan nemaye, 407 ji wan dayika wan nemaye û 359 jî dayik û bav nemaye û 220 zarok jî dayik û bavê wan wenda ne.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: