Civak

Da’îş li sê milan ve êrîşî Iraqê kir

Doh bi şev terorîstên Da’îş li sê milan ve êrîşî hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şe’bî kirin û li wan êrîşan de 14 çekdarên wan hêzan hatin kûştin.

Li encama êrîşên Da’îş li ser hêzên Iraqê li Kerkûkê çar çekdarên Heşda eşîran kuştin, ji aliyeke din ve li Diyale serbazek hate kuştin û sê kesên din jî birîndarbûn.

Çavkaniyeke emnî yê parêzgeha Kerkûkê ragihand li êrîşekî Da’îş da li nahiyeya Reşadî ya sînorê Kerkûkê çar çekdarên heşda hozan hatin kûştin, heman demî de li navçeya Buhriz ya li parêzgeha Diyale serbazek hate kûştin û sêyên din jî birîndarbûn.

Her wiha doh bi şev Daîş êrîşî serbazên Iraqî yên li gundekî Mexmûrê kir. Dîsa li navçeya Hedîseya rojavaya Enbar jî pênç çekdarên Da’îş hatin kuştin yek ji wan emîr buye bi navê Ebu Qesure.

Li proseyekî emnî da jî li Hewîceya Başûrê Kerkûkê sê terorîstên Da’îş hatine kuştin.

Back to top button