Polîtîk

DAIŞ li ber mirinê û şikestinê ye

Birîkarê wezareta pêşmerge ya Kurdistanê, Enwer Hacî Osman ragihand ku Serkeftinên mezin di rê de ne û DAIŞ li ber mirinê û şikestinê ye. Herwiha dibêje Pêwîstiya hêzên pêşmerge bi wê yekê nîne ku tu hêzên din bên ji bona alîkariya pêşmerge û me daxwaza hevkariyê ji kesî nekiriye jî.

Derbarê şerê Şingal û Zumar de Birîkarê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Enwer Hacî Osman ji KDP.info re got: “Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ew hêzeye ku bi dirêjahiya dîrokê karê wê serkeftin bûye, lewra em xelkê Kurdistanê pişt rast dikin ku Serkeftinên mezin di rê de ne û DAIŞ li ber mirinê û şikestinê ye, û yek mebesta DAIŞê heye ku êrîşî Zumar û Şingalê dike.

Enwer Hacî Osman tekez kir ku niha DAIŞ li ber mirinê û di sikratê de ye û wiha pêde çû: “Ew li ber sikratê ne, ew dixwazin bi kêmanî rojavayê Mûsilê û ew navçe di bin kontrola wan de bin daku dema baş şikestin biçin nav sînorê Sûriyê.”

Birîkarê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê mizgînî da xelkê Kurdistanê ku serkeftine mezin a Pêşmergeyên Kurdistanê birêve ye û axaftina xwe wiha qedand: “DAİŞ ne hewqasî bihêz e û kirêgirtiyên aliyekî ne, em xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku dê navçeyê ji wan paqij bikin û Kurdistan jî tê parastin û parastiye.”

Derbarê pilanên hêzên Pêşmerge ji bo êrîşkirin ser wan çekdaran, Enwer Hacî Osman dibêje: “Nexşe û pilanê serkirdatiya siyasî li Kurdistanê û hêzên Pêşmerge pêşrewî nebûye, lê ji niha û pêve emê nexşe û pilanên xwe biguherin.”

Birîkarê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê got jî: “Heta niha şer li Şingalê berdewame û bila xelkê Kurdistanê aram bin û çaverê serkeftinên Pêşmergeyên Kurdistanê bikin di demeke nêzîk de.”

Tevî ku Enwer Hacî Osman tu zanyarî li ser hatina çekên giran bo Kurdistanê û ketina ber destê Pêşmerge neda, lê dibêje: “Bi pişrastî çekê dê bighên Herêma Kurdistanê, ji ber ku Serok Barzanî ew mizgînî da.”

Hacî Osman got: “Pêwîstiya hêzên pêşmerge bi wê yekê nîne ku tu hêzên din bên ji bona alîkariya pêşmerge û me daxwaza hevkariyê ji kesî nekiriye jî.”

Back to top button