ANF bi zanebûn derewa dike
Malpera ANF derewa dike û nûçeyên nerast belav dike
Belavkirina nûçeyên derew û nerast dezenfarmosyonê didin xelkên Kurdistanê. Îro li Şengalê çarenûsa Kurdan tê nivîsandin. Li gora agahdariya herî dawî ji devera Şengalê gihaye destê me, hêzên pêşmergeyan di çend aliyan ve êrîşek mezin li dijêçekdarê DAÎŞê di fermandariya Mesrûr Barzanî de destpêkiriye û pêşmerge di nava Şingalê de ye û her weha hêjmarek mezin kuştiyên çekdarên DAÎŞ hene.
Ji aliyek din fermandarê giştî yê Hêzên Pêşmerge got, YPG di rizgarkirina Zummar de cih negirtiye û ew gotinên ku digotin hêzên YPG bi pêşmerge re Zummar ji DAIŞ rizgar kirine ne rast in.
Yawer her wiha diyar kir ku devera Rebîe(Deriyê Navbera Iraq û Suriye de) bi temamî di bin kontrola Pêşmerge de ye û rola YPG di wê rizgarkirinê de tune ye.