Nivîsar

Dahatûya peywendiyên Amerîka û Kurdistanê

Bi çûna Demokratan û hatina Komarîxwazan li Koşka Spî ya Amerîkayê desthilatdariyê dest guhert. Lê stratejiya Amerîkayê ya ji bo Rojhilata Navîn, taybet polîtikaya ji bo guhertina rejîma Îranê wek xwe ma. Ji ber vê yekê serdana Wezîrê Enerjiyê yê Amerîka bo Herêma Kurdistanê ne tesadûfî bû. Çawa ku Serokê Demokrat ê berê yê Amerîkayê ji bo Erbîlê digot “Xeta me ya sor e” Serokê Komarîxwaz ê niha jî ji bo Kurdan dibêje: “Ev mezin in û dostên me yên girîng in”

Ev tişt zelal e ku Iraq yek ji welatên cîhanê yê herî zêde hilberandina petrolê dike û di bazara enerjiyê de xwedî roleke girîng e. Herwiha di vê çerçoveyê de pişka şêr jî dibe ya Kurdan. Tê gotin ku petrola li Kurdistanê derdora 45 milyar bermîl e. Ligel vê yekê 200 trîlyon metrekûp gaza sirûştî heye û ev jî dibe ji sedî 3 beranberî gaza cîhanê.

Ev rewş jî bala welatên mezin ên cîhanê û kompaniyên enerjiyê dikêşîne ser xwe û berê wan dide sektora enerjiya Kurdistanê. Îro li Herêma Kurdistanê ji bilî petrola Kerkûkê rojane derdora 400 hezar bermîl petrol tê hinardekirin. Piştî bûyerên 16ê Cotmehê ji sedî 40 kêm bûye jî, lê piştî ku dîsa hinardekirina petrola Kerkûkê bi xeta boriyên Kurdistanê dest pê kir, kompanî û welatên mezin ên cîhanê ji nû ve berê xwe dane Kurdistanê.

Ji destpêka ku Kurdistan petrolê bêyî Bexdayê hinarde dike ve, kompaniyên Amerîkayê di vê sektorê de bûne xwedî roleke bibandor û girîng. Serdana Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Rick Perry a hefteya borî dide xuyandin ku Amerîka ji bo enerjiyê girîngiyê bi Kurdistanê dide. Herwiha wê serdanê, sektora enerjiya Kurdistanê li ber çavên welat û kompaniyên cîhanê bihêztir kiriye û lewma kompaniyên biyanî berê xwe didin Kurdistanê.

Em dikarin vê mijarê bi çend xalan binerxînin:

Xala yekem; Her çend peywendiyên di navbera partiyên Kurdan de bi taybetî piştî hilbijartinên serokomariya Iraqê, wek a partiyên siyasî yên li Bexdayê be jî, lê li ber çavê Amerîkayê rewşa Hewlêrê ji ya Bexdayê cuda ye. Ew cudabûn jî ew e ku Amerîka dikare bi hêsanî Hewlêrê bixe jêr bandora xwe. Amerîka bi saya peywendiyên xwe yên ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dikare bi hêsanî bandorê li herêm bike. Lewma jî referanduma serxwebûnê ne têne bo Kurdan li hemberî Iraqê kertek e. Di heman demê de eger Iraq xwe nêzîk Îranê bike, Amerîka jî dikare wê kertê bikar bîne.

Xala duyem; Serdana Rick Perry di demekê de bû ku Herêma Kurdistanê ligel Rosneft û çend kompaniyên din ê Rûsî re peyman îmze kirine. Tişta herî girîng jî ew e ku berpirsiyariya hinardekirina tevahiya petrola bi xeta boriya Herêma Kurdistanê didin wê kompaniyê. Heta niha jî Amerîkayê li hemberî vê helwestek nîşan nedaye. Perry herwiha dabû zanîn ku Amerîka û Kurdistanê xwediyê çavkaniyên girîng ên enerjiyê ne û ligel Serok Barzanî behsa xalên hevbeş ên Teksas û Kurdistanê kirin. Vê yekê jî diyar kir ku danûstandinên wan dê di warî enerjiyê de berdewam be. Herwiha diyar dibe ku di dahatutyê de Amerîka dê zêdetir di vî warî de peywendiyên xwe ligel Kurdistanê bihêz bike û kompaniyên Amerîkayê ji bo vê yekê han bide.

Sêyem; Piştî dorpêçên aborî yên bo ser Îranê ketin di warê bicihkirinê de, Amerîkayê zextên xwe li ser Bexdayê zêde kir ku peywendiyên xwe ligel Tehranê sînordar bike û di vê çarçoveyê de projeya xeta boriya veguhestina petrolê ya di navbera Kerkûk û Kirmaşanê de hat hilweşandin. Di heman demê de peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de asayî kir û bi saya vê yekê jî petrola Iraqê bi rêya Kurdistanê bo bazara cîhanê tê veguhestin û ew valeya piştî Îranê çêbûye jî tê dagirtin.

Çarem; postên girîng ên hikûmeta nû ya Iraqê piraniyan bi midexaleyên Îranê têne destnîşankirin. Ev yek jî wiha dike ku li ba Amerîka fikra bihêzkirina Kurdistanê li hemberî Îran û Iraqê çêbe.

Li gorî pêşbîniyên Goldman Sachs Bankê hinardekirina petrola Îranê heta dawiya îsal bikeve jêr 600 hezar bermîl. Li gor raporên welatên endamên OPECê jî hinardekirina petrola Îranê di meha Mijdarê de 380 hezar bermîl kêm bûye.

Amerîka ji aliyekê ve hewl dide ku çavkaniyên aborî yên Iranê biçikîne û ji aliyê din ve dixwaze balansa bazara petrolê pêk bîne.

Herwiha Amerîka dixwaze ku asae hilbirîna petrola xwe rojane bigihêjine 500 hezar bermîl. Hinardekirina petrola Kerkûkê bi xeta boriyên Kurdistanê bo bazara cîhanê, bandora biryara OPECê ya kêmkirina 800 hezar bermîl petrolê jî kêm kiriye.

Ligel vê yekê Herêma Kurdistanê li herêma Şêxan li ser bîra petrola kar dike ku eger bidawî bibe bi rêya xeta boriya Kurdistanê rojane dê nêzîkî milyonek bermîl petrol bê hinardekirin. Her çend daketina nirxê petrolê bo rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê nebaş be jî, lê Amerîka bi wê rêyê dikare bi hêsantir bigihêje armancên xwe.

Yadîgar Sidik/Rûdaw

Back to top button